Karkerên tirkiyeyî yên li Tanzanyayê bang li rayedaran kirin

img

TANZANYA – Nêzî 2 hezar karkerên ku ji Tirkiyeyê ji bo çêkirina rêhesinê şandine Tanzanyayê, hem ji ber rejîma otorîter hem jî ji ber şewbê bi xetereyeke mezin re rû bi rû ne. Karkerekî ku xwe gihand ajansa me û nexwest navê wî bê aşkerekirin bang li rayedaran kir: "Rojek berî rojekê werin me ji vira bibin." 

Ji Tirkiyeyê ji bo çêkirina rêhesinê nêzî 2 hezar karker şandibûn Tanzanyayê. Lê belê bêyî ku li hemberî şewba coronayê (Covîd-19) tevdîr bên girtin tên şixulandin. Serokê Dewletê John Magûfûlî, ji bo çêkirina rêhesinê bigihîne hilbijartina ku dê îsal di meha Cotmehê de çêbibe, ji Tirkiyeyê karker brine. Projeya navbirî yek ji projeyên mezintirîn a Afrûkaya Rojhilat e û maliyeta wê nêzî 1.1 milyar dolarî ye. Dirêjahiya rêhesinê hezar û 224 kîlometre ye û wê bi vê rêyê Ûganda, Rûanda, Komara Kongoyê ya Demokratîk û Tanzanya bigihê hev û di heman demê de wê Afrîkaya Rojhilat b vê projeyê karibe xw ebigihîne Oqyanûsa hîndê. 
 
Karkerekî ku nexwest navê wî bê aşkerekirin xwe gihand ajansa me û zor û zehmtiyên ku pê re rû bi rû dimînin vegot. 
 
TEVDÎR NAYÊN GIRTIN 
 
Karker, ji ajnsa me re hin dîmen şandin. Ji van dîmenan jî dixuyê ku li cihê ku lê dimînin û lê dixebitin li dijî şewba coronayê tevdîr nehatine girtin. Karker, diyar kir ku ji ber şewbê bi xetereyeke mezin re rû bi rû ne û bi ser de jî bi pêkanînên antî-demokratîk ê rêveberiya Tanzanyayê re rû bi dimînin. Karker, anî ziman ku li qadeke 900 kîlometre yî li 9 kampên cuda tên şixulandin û li kampên Soga û Kîloseyê ku piraniya karkerên Tirkiyeyê lê dişixulin testa hin xebataran pozîtîf derketiye, lê belê di vî warî de baş nehatine serwextkirin. 
 
Karker, bang li rayedaran Tirkiyeyê kir ku rojek berî rojekê dixwazin vegerin Tirkiyeyê. 
 
Karker, got: "Fîrma, li dijî şewbê tu tevdîran nagire. Wesayîta serwîsê tije dibe. Li cihê ku em lê dişixulin tu tevdîr nayên girtin. Jiyana me tenê ne ji ber şewbê, ji ber rejîma otorîter a Tanzanyayê jî di xetereyê de ye. Me li van deran bikujin jî haya kesî jê çênabe. Heger zanibin min xwe gihandiye we, wê min li vira bikujin. Em ditirsin tiştek bê serê me. Li vira mirin heye û dibêjin bimirin." 
 
BANG LI RAYEDARAN KIR 
 
Karker, destnîşan kir ku dixwazin vegerin Tirkiyeyê û got: "Em nizanin ka haya reyadran ji rewşa me heye yan na. Lê heger zanibin em di şert û mercên çawa de dişixulin wê demildest me ji vira bibin. Loma em bang li rayedaran dikin; rojek berî rojekê werin me ji vira bibin. Heger em bimirin jî em dixwazin li welatê xwe bimirin." 
 
Di 29'ê Nîsanê de 272 welatiyên Tirkiyeyê bi balafirê ji Kenya û Tanzanyayê anîbûn û li Samsûnê ew kiribûn karantînayê. 
 
MA / Nacî Kaya