Ne tê firotin ne jî tê kirîn

img
WAN – Esnafên bazara li Taxa Seyîd Fehîm Arvasî ya navçeya Rêya Armûşê, anî ziman ku alvêr ji sedî 80 kêm bûye û welatiyên ji bo alvêrê tên bazarê jî ji ber fiyet biha bûne xweşikî nikarin pêdiviyên xwe bikirin. 
 
Esnafên bazara li Taxa Seyîd Fehîm Arvasî ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê û welatiyên tên bazarê bal kişandin ser krîza aborî, betalî û pirsgirêkên bi şewba coronayê re rû dane. Esnafan, anî ziman ku alvêr ji sedî 80 kêm bûye û welatiyan jî got, bi şewbê re fiyet biha bûne û êdî wekî berê nikarin bi torban tiştan bikirin, bi kîloyan dikirin. 
 
'DI FITARIYÊ DE ÇI BI DEST ME BIKEVE
 
Dayika 9 zarokan Feyrûz Şahîn ku ji bo zebze hatiye bazarê, anî ziman ku di dema şewbê de hzar TL alîkariya wan hatiye kirin lê belê di 2 rojan de qediyaye. Şahîn, got: "Meaşê min tuneye, xaniyê min ê kirê ye. Zarokek min ajovan bû. Lê ji ber şewbê nikare bişixule. Berê me karibû debara xwe bike. Lê ji ber şewbê em nikarin debara xwe bikin. Heya niha hezar TL alîkarî dane. Min ew jî ji metbaxa xwe re xerc kir. Belkî 10 caran çûm Wefaq Alîkarî û Piştevaniyê. Lê tu alîkarî nekirin. Ji bo fitariyê hatime bazarê. Di fitariyê de hema çi bi dest me bikeve em wî dixwin." 
 
BERÊ BI TORBA NIHA BI KÎSIKAN
 
Kenan Yokûş jî anî ziman ku 16 sal in esnaftiyê dike û got: "Ez xirtik, îsot, firingî û bacanê reş difiroşim. Di vê serdemê de gelek welatî betal mane û perê kesî tuneye. Ev yek bandorê li me jî dike. Em nikarin tiştekîb ifiroşin. Berê ên meaşê wan 2 hzra TL bû, herî kêm 300 TL ji bo bazarê evdiqetand. Lê niha ji ber ku pere tuneye dernakevin derve jî. Karê me ji sedî 80 kêm bûye. Berê me bi 3 hezar TL'yî kar dikir. Niha ancax em bi 300-400 TL'yî difiroşin. Welatiyên ku berê 5 kîlo zebze dikirîn niha kîloyekê dikirin. Rojê 20-40 Tl ancax qezenc dikim. Min bi xwe jî berê bi kîsan petat dikirî, lê niha herî zêde 2 kîloyan dikirim." 
 
‘HÊVÎ NEMAYE' 
 
Esnaf Huseyîn Yokûş destnîşan kir ku her diçe rewş xirabtir bûye û êdî mirov nikarin lazmatiyên xwe peyda bikin. Yokûş, got: "Êdî hêviya me nemaye. Ji ber krîza aborî karê me nabe. Meaşê karmendan berê hezar Tl bû, lê mirovan debara du malan dikir. Lê niha 3 hezar TL jî bigirin nikarin debara xwe bikin. Çimkî her tişt biha bûye. Ev pere têra mesrefên metbaxê nakin." 
 
MA / Bariş Donmez – Mesût Bagci