HDP: Vekirina AMV'yan dê rîsa şewbê zêdetir bike

img
ENQERE - HDP'ê bal kişand ser vekirina AMV'yan û got: "Eger navendên sergirtî yên bazara Krîn û Firatinê (AVM) bên vekirin, dê rîska pêla duyemîn a şewba vîrûsa corona mezintir bibe." 
 
Alîkara Hevserokên Giştî ya HDP'ê û Berpirsiyara Komîsyona Kedê Şaziye Kose daxuyaniyek weşand û diyar kir ku vekirina Navendên Bazarên Krîn û Firatinê (AVM) dibe ku rîska pêla duyemîn a şewba vîrûsa corona mezin bike. Kose di daxuyaniyê de diyar kir ku AVM wê 11'ê Gulanê bên vekirin û got, "Bi vê biryarê re ji bo berjewendiya sermayeyê, civakê û karkerên AVM'ê radestî şewbê tê kirin. Mirovên ku bi mehan e li malê asê mane, bi vebûna AVM'yan re wê bêjin ku rîska şewbê ji holê rabûye û bi vî rengî bêyî hay ji xwe hebe bi rehetî tevbigerin." Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di rewşa heyî de ti tevdîrên têkildarî AVM'yan bên girtin wê têrker nebin. Divê biryarên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê yên li ser asayîbûnê li ber çavan bên girtin û heta şewb teqez neyê kontrolkirin divê AVM neyên vekirin."