‘Pêdivî bi polîtîkayek çandiniyê ya nû heye’

img

MÊRSÎN - Ji Sendîkaya Hemû Gundi ya Hilberînê Sedat Başkavak, diyar kir ku di pêvajoya şewbê de pêdivî bi polîtîkayek çandiniyê ya nû heye û got: “Ji bo parastina karkerên çandiniyê, pêwîstî bi xizmeta  tenduristiyê ya mobîl heye.” 

Yek ji qadên herî zêde di pêvajoya şewba vîrûsa koronayê de bi awayekê neyînî bi bandor bû qada çandiniyê ye. Pisporê Perwerdê û Rêxistinbûyînê yê Sendîkaya Hemû Gundiyên Hilberînê Sedat Başkavak, pirsgirêkên di pêvajoya şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) ên di qada çandiniyê de nirxandin. Başkavak, anî ziman ku wan weke sendikayê, bi belavbûna şewbê re, bang li hikumetê kir ku ji derveyî tenduristiyê, çandiniyê û xurekê hemû hilberînan rawestine. 
 
DIVÊ ŞERTÊN BI TENDURIST JI BO ÇANDINIYÊ PÊŞ BIXIN
 
Başkavak, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ji ber gumana pêvajoya şewbê dirêj bike, hemû dewletên Ewropayê dervefiroştinên xwe rawestandin. Hema bajarên Rûsyayê ji bo hemû deverên cîhanê, genim û rûn îxracat dikir, lê niha îxracata xwe rawestandiye. Welatên Îspanya û Îtalyayê jî ku weke welatên çandiniyê tên zanîn, ji ber koronayê bêencam mane. Ji ber ku difikirin, di dema pêş de xelayê re rû birû bimînin. Ji ber vê divê şertê ji bo hilberîna çandiniyê bên sererast kirin. Lê ev nayê kirin. Li Herêma Çûkûrova, bi hezaran karkerên çandiniyê, di nava şert û mercên bêparastin û bêtendurist de tên xebitandin. Ji bo van karkeran tu bergirî nehatine girtin. Pêwîste ji bo karkerên çandiniyê xizmeta tenduristiyê ya mobîl bê dayîn. Desthilatdariya ku ekîpmanên parastinê û rûpoşan ji bo welatên Ewropayê dişîne, ji bo karkerên li welatê xwe jî tu tiştî nake û wan bê parastin dihêle. Hikumeta ku dibêje her roj 40 hezar test tên kirin, qet nebe dikarîbû ji bo karkerên li welatê xwe jî testan bikin. Di vê pêvajoyê de, dikarîbû tenduristiya karkeran kontrol bike. Dev ji vê yekê berdin, şert û mercên karkeran jî sererast nakin. Ji bo ku rewşa heyî bê derbaskirin, pêwîstî bi polîtîkayek çandiniyê ya nû heye.”
 
MA / Ergîn Çaglar