Karkerên Somayê: Berê jî tedbir nehat girtin niha jî nayên girtin

img

MANÎSA - Karkerên kana komirê yên Somayê, diyar kirin ku berê tedbîr nehat girtin û komkujî pêk hat û niha jî tedbîr nayên girtin. Karkeran, anîn ziman ku li gel talûkeyê dibînin jî wê rîskê didin ber çavan û neçar in kar bikin. 

Di kana komirê ya Navçeya Soma ya Manîsayê di 13'ê Gulana 2014’an de teqîn pêk hatibû. Di teqîne de 301 karkerên komirê jiyana xwe ji dest dabûn. Di ser komkujiya kana komirê re 6 sal derbas bûn. Lê karker diyar dikin ku heta niha tiştek nehatiye guhertin. Karkerên ku wê demê di kanê de kar dikirin û niha hêji di kanê de kar dike bal kişand ser şertên wê demê û niha. Karker, anî ziman ku ji wê demê heta niha di şert û mercê kar de tiştek nehatiye guhertin û wiha got: "Wê demê jî tedbîr nedihatin girtin û niha jî tedbîr nayên girtin. Em hêj bê ewlehî kar dikin. Ewlehiya kar û tenduristiya karkeran tune ye."  
 
Karker destnîşan kir ku hêj 18 salî bû di kana komirê de dest bi kar kir û wiha axivî: "Ez 18 salî bûm min di Kana Komira Somayê de kar kir. Ez di hemû beşên kana komirê de xebitîm. Roja hezan pêk hat, karê vardiya me qediya û em çûn malê razam. Malbatê ez hişyar kirim û agahî da min ku hezan pêk hatiye. Min li televîzyonê li nûçeyan guhdar kir. Digotin trafo teqîya ye. Lê li wê beşê teqîna trafo ne pêkean bû. Ez bi maşînê çûm cihê kana komirê. Pir qelebalix bû. Li panoya S hêjmara karkeran zêdetir bû. Hewl dan ku hewaya wê paqij bikin. Lê dereng man û hevalên me jahrînî bûn û mirin. Em karker daketin jêr û me hevalên xwe yên sax rizgar kirin." 
 
Karker anî ziman ku ji ber pergala pale (taşeron) ango karkerê bi yomiyan kar dikin heye ewlehiya karkeran nayê girtin û wiha bi dawî kir: "Me gelek caran pirsgirêkên ji rêveberan re got. Lê kesî em guhdar nekirin. Ji bo me pergala palaletiyê pirsgirêkek mezin e. Karkerên taşeron li gorî metrajê pereyan digirin. Dema li pişt xwe komirê dihêlin ji bo wan nabe pirsgirêk. Komira ku li pişt dimîne dibe sedem ku şewat derkeve. Ji ber panoya S her tim germ e, em pir bi fikar in. Hêj venêrtina kar û karkeran nayê kirin. Pişti bûyerê ez li kanek din xebitîm. li vir jî venêrtin û ewlehî tune ye. Sedema komkujiyê ya herî mezin kes kontrol nake û venêrtinê nake. Kes hesap ji kesî napirse. Wê demê jî venêrtina kar nedihat kirin û niha ji nayê kirin. Wê deme jî ewlehiya karkeran tune bû û niha jî ewlehiya karkeran tune ye. 
 
Dîsa li dijî şewbê jî tedbîr nayên girtin. Em talûkeyê dibînin, lê em neçar in kar bikin." 
 
MA / Sevda Aydin