Li madenê şert û merc giran bûne, nexweşîn zêde bûne

img

MANÎSA - Sekreterê Rêxistinbûyînê yê Bagimsiz Maden Îşçîlerî Kamîl kartal, piştî Komkujiya Somayê li ocaxan hilberîna mekanîzasyonî dest pê kiriye û karkerên ku li van ocaxan dişixulin şert û mercên wan girantir bûne û nexweşînên wan ê hilmijînê zêde bûne. 

Di ser Komkujiya Somayê re 6 sal derbas bûn. Di 13'ê Gulana 2014'an de ocaxeke aydê şîrketa Soma Komuruyê hilweşiya bû û 301 karker jiyana xwe ji dest dabûn. Wê Sendîkaya Bagimsiz Maden Îş, îro ji bo madenvanên ku jiyana xwe ji dest dane li Somayê li ber bîrddariya mandevana daxuyaniyekê bide. 
 
Sekreterê Rêxistinbûyînê yê Sendîkaya Bagimsiz Maden Îşçîlerî Kamîl Kartal, tiştên 6 sal in li van madenan diqewimin nirxandin. 
 
EWLEHIYA KARÎ TUNEYE 
 
Kartal, diyar kir ku piştî komujiyê di çaçroveya tevdîrgirtinan de der barê tenduristiya kar û ewlehya kar de qanûnek hatiye çêkirin, lê belê pêk nehatiye. Kartal, anî ziman ku piştî komkujiyê tenê gaveke erênî hatiye avêtin, ew jî heqedest hatiye zêdekirin. Kartal, got: "Gotin, gerek heqdesta kesên di bin erdê de dişixulin ne di biniya du meaşê asgarî kêm de bin. Her wiha ji kesên di madenê de jiyana xwe ji dest dane, ji malbata wan kesek li karê cemaweriyê hatiye bicihkirin." 
 
Kartal, bibrî xist ku kesên ji şîrketa Soma Komurê hatine derxistin û teqawid bûne ji bo tazmînata xwe 5 salan li ber xwe dane û got: "Dozên wan ên tazmînatê hebûn. Doz bi dawî bûn û Kargehên Komirê yên Tirkiyeyê (TKÎ) tazmînat da gelek eksan. Tazmînata karkerên ji Ocaxa Komirê ya Eynezê hatibûn derxistin hatin dayîn. Lê belê hê jî tazmînata hezar û 500 kesên ji şîrketa Soma Komirê hatin derxistin an jî teqawid bûne nehatiye dayîn. Me hevdîtin bi rayedaran re çêkir. Wan jî got, wê vê pirsgirêkê bi qanûnekê hel bikin lê hê jî qanûneke bi vî rengî nehatiye çêkirin." 
 
NEXWEŞÎN ZÊDE DIBIN 
 
Kartal, da zanîn ku li madenên Somayê hilberîn jî guheriye û got, ji dêvla awayê derxistina komirê yê berê, li madenên mezin niha pêvajoya mekanîzasyonê dest pê kiriye. Kartal ku got "Bi vî awayî hilberîn zêde dibe, qezenc zêde dibe û şert û mercên karkeran giranri dibin" destnîşan kir ku di 4 salên dawî e di nav karkeran de nexweşîna kezebê û hilmijînê zêdetir bûne. Kartal, got: "Çimkî mekanîzasyon dike ku hê bêtir bi tozê re rû bi rû bimînin." 
 
200 KARKER BI ŞEWBÊ KETINE 
 
Kartal, anî ziman ku di dema şewbê de jî karê li madena nehatiye sekinandin û got, ji bo li madenan tevdîr bên girtin me saziyên eleqedar hişyar kirin. Kartal, diyar kir ku lê belê tevdîr baş nehatine girtin û got: "Ji ber vê zêdetirî 200 karker bi şewba vîrûsê ketine. Li Somayê berbelavbûna şewbê tê wateya ku wê li Bergama, Savaştepe, Kirkagaç û Akhîsarê bibe pirsgirêkek mezin. Çimkî piraniya malbatên karkeran karên çandiniyê jî dikin û gava malbata wan pê bikeve wê li seranserê herêmê jî belav bibe. Loma em bang li Wezareta Tenduristiyê dikin ku karkerên madenê hemû bên testkirin. Em dixwazin li qadên pir ne mecbûrî destûra biheq bê dayîn û li yên mecbûrî jî tevdîr baş bên girtin." 
 
MA / Sevda Aydin