Serokê TMMOB'ê: Hewldanên AKP'ê li dijî Destûra Bingehîn e

img

ENQERE - Serokê Giştî yê TMMOB'ê Emîn Koramaz, diyar kir ku AKP dixwaze rêxistinên pîşeyî bike yekîneyên girêdayî Navenda AKP'ê û ji armanca xwe dûr bixe. Koramaz, da zanîn ku hewldanên AKP'ê yên li dijî rêxistinên pîşeyî li dijî Destûra Bingehîn e. 

Îqtîdara AKP'ê hewl dide ku pergala hilbijartinê ya rêxistinên pîşeyî û Baroyan biguherîne û hêza wan kêm bikin. Serokê AKP'ê û Serokomar Tayip Erdogan di 5'ê Gulanê de di civîna Lijneya Navendî ya Partiya xwe de diyar kiribû ku pêwist e bi lezgîn di hilbijartinên baroyon û rêxistinên pîşeyî de guh hertin bên kirin. Bi vê gotinê bertek û nerazibûnên li dijî gotina Erdogan zêde dibin. Gelek baroyan bertek nîşanî Erodgan dan û diyar kirin ku ev yek nayê qebûlkirin. Dîsa rêxistinên pîşeyî bertek nîşan dan. Li gel vê yekê hikûmet dixwaze di hezîranê de vê meseleyê bîne rojeva meclîsê. Têkildarî mijarê Serokê Giştî yê Yekîtiya Oteyên Endezyar û Mîmaran ên Tirk (TMMOB) Emin Koramaz, anî ziman ku odeyên pîşeyî li gorî xala 135’an a Destûra Bingehîn hatine avakirin û rêxistinên cemaweriyê ne. Koramaz, anî ziman ku ev rêxistin li gorî berjewendî û xizmeta civakê kar dikin. 
 
'JI 2007’AN HETA NIHA DI DEHEFA ÎQTÎDARÊ DE YE
 
Komamaz, anî ziman ku îqtîdara AKP’ê ji 2007'an heta niha  TMMOB  kiriye hedefa xwe û wiha got: “Ji ber ku ev îqdîdar têkiliyên aborî li gorî pêdiviyên piyasê bi rêve dibe. Têkiliyên civakî û aborî li gorî şertên piyasî araste dike û birêve dibe. Di qada siyasî de jî yên muhafazakar, piyê xwe li zanistiyê dixin û li şûna dewlemendiya fikr û demokrasiyê, li gorî cîhana xwe ya dogmatik pêş dixin. Îqtîdarê heta niha çar caran xwest zagona TMMOB’ê biguherînin. doz vekirin, lê nekarîbû bêdeng bikin. 
 
DIXWAZIN BIKIN YEKÎNEYÊN JÊR ÊN GIRÊDAYÎ NAVENDÊ
 
Koramaz, bal kişand ser polîtikayên AKP'ê yên li dijî rêxistinên pîşeyî û wiha berdewam kir: "AKP dixwaze rêxistinên pîşeyî bike yekîneyên girêdayî îdareya navendî. Ev guhertin li dijî Destûra Bingehîn e. Bi vê yekê dixwazin aliyê cemaweriyê û civakî ji holê rakin û xweseriya wê xera bikin. Dixwazin odeyên pîşeyî bi navneda xwe ve girê bidin. Mînak dixwazin TMMOB’ê wekî yekîneyên jêra Wezareta Derdor û Bajarvaniyê an jî midûriyetên girêdayî wê. 
Dixwazin bi vê guhertinê bi rêbaza dijdemoratîk TMMOB’ê bi rêve bibin. 
 
Koramaz, herî dawî li dijî vê hewldanê bang li hemû rêxistinên pîşeyî û demokratîk kir ku li dijî vê hewldanêtê têkoşîna hevpar pêş bixin.
 
MA / Diren Yurtsever