KESK: Zû yan jî dereng em ê hesabê Somayê bipirsin

img
ENQERE – KESK’ê di salvegera 6’emîn de qûrbaniyên Komkujiya Somayê bibîr anî û got zû an jî dereng wê hesabê Somayê bipirsin.
 
Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) têkildarî salvegera 6’emîn a Komkujiya Somayê daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de qûraniyên Somayê hatin bibîranîn û wiha hat gotin: “Îro ji bo ku ‘çerx bizivirin’ bi sed hezaran karker di vê şewba koronayê de jî dişînin mirinê. Çawa ku şeş sal berê tevdîrê ewlehiya canê karkeran nehat girtin îro jî tevdîrên ji bo karkeran nayên girtin û bêewle tên xebitandin. Li ber çavan komkujiyek pêk hat û 301 birayên me karker jiyana xwe ji dest dan. Êşa komkujiya Somayê hêj taze ye. Li welatê me hiqûq jî têk çûye. Berpirsiyar û kiryaran ceza nekirin û cezayên wek xelatê ji bo wan hat dayîn. Kiryaran hesab neda. Çawa ku me rastiya vê pergalê li Somayê dît îro jî di pêvajoya koronayê de em rastiya vê pergalê dibînin. Ev pergal ji bo hin bêtir kara xwe karker û kedkaran dişîne mirinê. Pergalek zalim e. Ketiye derde xwe. Ev pergal li Somayê û di wîjdan û ehlaq de di bin bobelatê de maye. Ji ber nêzîkatiya vê pergalê û zîhniyeta ku wê li ser pêya digire Tirkiye bûye welatê cînayeta karkeran. Nejibîrkirina Komkujiya Somayê wezîfeya me hemûyan e. Em ê di warê hiqûqî, polîtîk, ekonomîk û ehlaqî de zû an jî dereng hesabê Somayê ji vê pergala têkçûyî bixwazin.”