301 qûrbanî hatin bibîranîn: Çerx dizivire û karker dimirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Li gelek bajaran 301 qûrbaniyên Komkujiya Somayê di salvegera 6’emîn de hatin bibîranîn. Di daxuyaniyan de hat gotin “Çerx digerin û karker û kedkar dimirin” û soza domandina têkoşînê hat dayîn.

Rêxistinên civakî yên sivîl li gelek bajaran bi dayîna daxuyaniyan 301 medavanên qûrbaniyên Komkujiya Somayê di salvegera 6’emîn de bibîr anîn. Di daxuyaniyan de bertek li dijî kiryarên komkujiyê ku sûd ji guhertina înfazê wergirtin dan û hat gotin dê berpirsyarên bobelatê j bîr bikin û ne jî wan kesên ku bi pehînan li kedkarên Somayê dan.
 
ENQERE
 
Li Enqereyê rêxistinên kedê DÎSK, KESK, TMMOB, Odeya Muhasebe û Muşavîran, Odeya Bijîşkan li avahiya Odeya bijîşkan daxuyanî dan çapemeniyê û nûnerên van saziyan beşdar bûn û pankarta “Me Somayê ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin” hildan. Di daxuyaniyê de Serokê Odeya Bijîşkan a Enqereyê Vedat Bulut û Nûnerê DÎSK’ê Tayfûn Gorgun axivîn û gotin: “Çerx dizivire, kedkar û karker dimirin. Ew ne qezaya kar e, cînayeta kar e. Her sal komkujiyên wek a Somayê pêk tên. Em ê komkujiyê ji bîr nekin. Ev wezîfeya me hemûyan e.”
 
EDENE
 
Baroya Edeneyê jî têkildarî salvegera komkujiyê daxuyaniyek nivîskî belav kir, di daxuyaniyê de qûrbanî bibîr anî û hat gotin dê li dijî komkujiyê têkoşîna xwe berdewam bikin.
 
Serokê Odeya Endezyarên Madenê ya Edeneyê Mehmet Yilmaz jî daxuyanî da û qûrbaniyan bibîr anî û got ew ê vê bobelatê ji bîr nekin û got ne qezaya cînayeta kar pêk hatiye.
 
HATAY
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Îskenderûnê jî têkildarî bîranîna qûrbaniyên Somayê civîna çapameniyê li dar xist û Hevseroka komeleyê Ayten Kilinç daxuyanî da û ji bo ew komkujiya Somayê ji bîr nekin wezîfeya her kesî ye.
 
ÎZMÎR
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê jî, bi boneya salvegera Komkujiya Somayê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Hêrsa kar a patronan û hikumeta AKP'ê mîna di şert û mercên îro yên koronayê de, bi feraseta 'bila hilberîn dewam bike, çi dibe bila bibe. Bila komir derkeve çi dibe bila bibe' nêz dibin. Em vê ferasetê şermezar dikin.