Dahata me keda me ye

img

ÎZMÎR – Karkerên çandiniyê yên demsalî ku ji bajarên cuda û hin jê jî ji ber şer reviyane hatine Aydinê, çendî ku şewb heye jî di şert û mercên zehmet de dişixulin. Karker rojê bi 85 TL'yî dişixulin û gotin: "Dahata me tenê keda me ye." 

Her sal bi hezaran kes ji deverên cuda diçin herêmên çandiniyê yên Tirkiyeyê. Piraniya karkerên demsalî berê xwe didin Aydin, Îzmîr, Manîsa, Mûgla hwd. Karkerên ji navçeya Selçûk a Îzmîrê berê xwe dane Aydinê, şert û mercên wan ên xebatê di dema şewba vîrûsa coronayê de zehmetir bûne. 
 
Cemîle Aksû (55) ku her sal li nav erdan tevrikê dike, mandalîna û xoxan berhev dike, anî ziman ku 25 sal berê ji Mêrdînê koçî navçeya Selçûka  Îzmîrê kirine. Aksû, diyar kir ku tenê debara xwe bi karkeriya demsaliyê dikin û got, yewmiyeya wan 85 TL ye. Aksû, bal kişand ser şewba vîrûsa coronayê jî û got, ji bo vê tevdîr nehatine girtin. 
 
Aksû, got: "Mirovên wekî me xizan nikarin di mal de bimînin. Heger em li malê bimînin em ê birçî bimînin. Lê kes bîra vê yekê nabe. Ez 55 salî me. Ji kêfa xwe re nayêm di bin vê tavê de naşixulim. Çimkî ji xeynî keda me wekî din tu dahateke me tuneye. Şert û mercên tenduristiyê ji bo me di rêza dudoyan de ye. Em nikarin tiştekî bikin. Ji xwe gava em li nav erd dişixulin em ser çavê xwe bi çîtikê digirin. Yanî niha ji bo tenduristiya xwe wekî din nikarin tiştekî bikin."
 
Nûra Ozçelîk (47) jî anî ziman ku havînê di bin tavê de û zivistanê jî di bin baranê de dişixulin. Ozçelîk, diyar kir ku ji navçeya Qoser a Mêrdînê hatine. 
 
Ozçelîk, diyar kir ku hevjînê wê betal e û 2 zarokên wê jî xwendekar in. Ozçelîk, anî ziman ku 15 sal in dişixule û got, şeveqê saet di 4'an de radibin haziriyê xwe dikin û saet di 7'an de dest bi kar dikin. Ozçelîk, destnîşan kir ku di vî karî de mirov nikare behsa paqijiyê bike û got: "Çimkî ev der çol e, erd e. Em saet di 5'ê êvarî de paydos dikin. Em bi mînîbûsê diçin û tên. Em ji bo navbera fizîkî baldar in lê tu bikî nekî di hundirê wesayîtê de mirov nikare li gor vê tev bigere. Ê me jî ji ber xizaniyê ye." 
 
HEM DIŞIXULE HEM DIXWÎNE 
 
Xwendekara zanîngehê Gamze Dînç jî anî ziman ku ji roja ku dibistan hatine girtin heya niha dişixule. Dînç, bal kişand ser zor û zehmetiyên xebatê û got: "Di dawişandina xoxan de herî zêde nav milên min diêşe, carinan jî nigên min av digirin. Em dişixulin, çimkî pirtûkek ku em dikirin 50 TL an jî zêdeyî 50 TL'yî ye. Her wiha heqê navrojê, xercaneya dibistanê, kinc filan bêvan. Loma em ji mecbûrî dişixulin." 
 
TEVÎ ZAROKÊN XWE TÊ NAV ERD 
 
Ayel Sellûm (25) ku ji ber şerê li Sûriyeyê ji mecbûrî hatiye Tirkiyeyê, tevî hevjînê xwe dişixule. Sellûm, anî ziman ku di sala 2014'an de hatine navçeya Selçûk a Îzmîrê û got, ji ber ku kes tuneye zarokên xwe deyne cem wan ji mecbûrî wan jî i xwe re tîne nav erd. 
 
'JI BO EM PARSÊ NEKIN JI MECBÛRÎ DENGÊ XWE NAKIN'
 
Hamîd Yahya Elhamam jî ji bajarê Qamişloyê hatiye navçeya Torbali ya Îzmîrê. Elhamam, anî ziman ku li Tirkiyeyê bi zor û zehmetiyan re rû bi rû mane û got: "Em dixwainb ijîn. Li Tirkiyeyê her tişt zehmet e. Ji roja hatime hema çi kar bi dest min ketiye min kiriye. Niha jî li nav erd dişixulim. Li gelek cihên lê şixulîm perê min nedan min. An jî em û hin kesan heman karî dikin lê ê me kêmtir e. Haya min ji vê rewşê heye, lê mecbûr dengê xwe nakim. Çimkî mecbûr im bişixulim." 
 
MA / Esra Solîn Dal