SES dê li dijî giştînameya SGK'ê dozê veke

img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden, diyar kir ku dê li dijî Giştînameya SGK'ê ya ku ji bo vîrûsa corona qezaya kar neyê hesibandin, doza betalkirinê vekin. 
 
Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî Tenduristiyê (SES), li dijî Giştînameya Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) ku di 7'e Gulanê de weşand û xwest vîrûsa corona wekî qezaya kar û nexweşiya pîşeyî neyê hesibandin, li pêş Avahiya Navenda sendîkaya xwe daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de pankarta "Kovid-19 Qezaya kar û Nexweşiya Pîşeyî ye" vekirin û daxuyanî dan. Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden, Sekretera Giştî Pinar Îçel, Endamên MYK'ê Fikret Çalan û Alî Onal ji amade bûn. Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden, diyar kir ku ew dixwazin Covid-19 wekî qezaya kar û nexweşiya pîşeyî derbasî qeydan bibe û wiha got: "Em dixwazin li gorî Covît 19 wekî qezaya kar û nexweşiya pîşeyî derbasî fermiyetê bibe û li gorî wê heq û hiqûq bê dayîn. Ji bo ev yek derbasî qeydan bibe em di nava hewldanek zêde de ne. Her nexweşxaneyek û her cihe kar bû navnîşana vê têkoşînê. Ji bo em li dijî vê yekê dernekevin û serlêdanan nekin wekî sendîka li cihê kar rastî gelek astengiyan hatin. Kesên qeydên vîrûsê dikin rastî gefan û astengiyan hatin. Li gelek astengiyan dîsa me gelek serlêdana qeydan kir. Nûnerên me rapor amade kirin. Me anket çêkir. " 
 
Erden, anî ziman ku SGK'ê di 7'ê Gulana 2020'an de bi Hêjmara 2020/12'an Giştinameyek weşand û fermana "Bila Kovid-19 qezaya kar û nexweşiya pîşeyi derbas nebe" da û wiha axivî: "Beriya ev giştîname bê belav kirin, rêveberên nexweşxaneyan ji xizmetkarên tenduristiyê dixwestin ku daneyan derbasî qeydan nekin û asteng dikirin. Ev giştîname di heman demê de êrîşa li dijî mafe me ye.  Dixwazin vê êrîşê bi rêbazên hiqûqî pêk bînin. 
 
Ev îqtîdar bû sedema ku bi 10 hezaran xizmetkarên tenduristiyê bi weşbê bikevin û bi sedan xizmetkar bi şewbê bimirin. Naxwazin vê yekê têxin bin qeydan. Ji ber ku hemû çavkanî ji bo sermayedaran tê xerçkirin. Ji ber vê yekê îqtîdar naxwaze vê yekê wekî qezaya kar û nexweşiya pîşeyî derbasî qeydan bike. Em vê yekê qebûl nakin. Em ê li dijî Giştînameya SGK'ê ya ku ji bo vîrûsa corona qezaya kar neyê hesibandin, doza betalkirinê vekin."