Nivîsandina weziyeta karkerên çandiniyê bi qasî karê wan zehmet e!

img
ENQERÊ - Karkerên ku ji bo debara xwe bikin didin ser rêyan, gava diçin cihê ku dê lê bixebitin jî di şert û mercên zehmet de dijîn. Yek ji van deverên ku karkerên demsalî hatinê jî Taxa Kesîkkopruyê ye. Li vira karker di konên 20 metrekarî de dijîn û her wiha ne av, ne ceryan û ne jî paqijî heye. 
 
Her sal van çaxan bi hezaran karkerên demsalî ji bo karê çandiniyê ji warê xwe lêdixin diçin bajarên dûr. Welatiyên ku ji bo debara xwe bikin ji Amed, Mêrdîn, Riha, Şirnex û gelek bajarên Kurdistanê berê xwe didin koçberiyê, li cihê ku diçinê jî bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin. Her wiha îsal li wan pirsgirêkên ku bi wan re rû bi rû dimînin, şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) jî zêde bûye. Ji bo em rewşa wan li cihê cih bibînin û binivîsin, serê sibehê em berê xwe didin Taxa Kesîkkopru ya navçeya Balayê.
 
'HUN ÇIMA HATIN TAXÊ?'
 
Gava em çûn, me fêhm kir ku bi qasî jiyana karkeran, nivîsandina jiyana wan jî zahmet e. Hê li têketina taxê em bi astengiya yekemîn re rû bi rû man. Cendirmeyan ketina me ya taxê asteng kirin û demeke dirêj nehiştin em biçin taxê û pirsîn: "Hûn çima hatine taxê?" Piştî gelek pirsê cuda, axirê em ketin taxê, lê wesayîta cemdirmeyan jî da dû me. Ew wesayît ku heta êvarî wê li pişt me bûna, li wir dest bi şopandinê kir...
 
Dema em gihîştin taxa ku li kêleka Çemê Kizilirmakê ye kekê Erdal em pêşwazî kirin. Malbata Erdal, berî 400 salî ji navçeya Riha Girê Sor (Sêwreg) koçî taxa Kesîkkopruyê kiriye. Erdal jî fêhm dike ku cendirme me dişopînin, hinekî diheyire û dibêje: "Ez cara yekemîn dibînim ku li taxê ev qas cendirme hene."
 
Erdal ku karê çandiniyê dike der barê taxê de van tiştan bi me re parve dike: "Li taxê nêzî 800 mal hene, lê gelek jê li derveyî welêt in."  
 
Em ji Erdal hîn dibin ku sedema wan a nehatina malê ji ber şewba coronayê ye, lê belê karkerên çandiniyê yên di konan de dimînin hatine. 
 
BERFÎN’A 12 SALÎ
 
Ji bo em bi karkera re biaxivin vê carê em berê xwe didin kona. Gava em gihîştin ber kona yekemîn, Berfîn a 12 salî em pêşwazî kirin. Berfîn, diyar dike ku du hefte berê ji Rihayê hatine vira. 
 
Malbata Berfînê ji roja ku hatiye betal bûye, lê îro dest bi kar kirine û Berfîn tenê li kon maye. Berfîn û malbata wê wekî bi hezaran malbatên dî di konên 20 metrekarî de dimînin. Em ji Berfînê hîn dibin ku li konê de 10 kes dimînin û ne ceryan, ne av, ne jî paqijî...
 
Wekî bi hezaran zarokê karên çandiniyê dikin, Berfîn jî tenê zivistanê rûyê dibistanê dibîne. Berfîn, bilêv dike ku xeyala wê ew e ku dema mezin bû bibe mamoste û dibêje: "Em li vir niha karê pîvaza dikin. Dema karê pîvaza xilas, em ê biçin findika. Jiyana me 7-8 meh li bajarê cuda derbas dibe. Dema kar namîne em diçin malê."
 
Berfîn, di vî temenê biçûk de di karê xeparê de dişixule û li taxê tenê hevaleke wê heye. Dema hevala Berfîn diçe kar, ew bi tenê dimîne...
 
NEHIŞTIN EM WAN BIBÎNIN
 
Em Berfînê bi tenê dihêlin û berê xwe didin koneke qelebalix. Dema em gihîştin ber kon, cardin cendirmeyan pêşî li me girt û me dan sekinandin. Cendirmeyan em asteng kirin ku ji bo em hevdîtinê bi karkeran re nekin. Nehiştin em wan bibînin, jiyana wan bibînin û dengê wan ragihînin. Wesayîta em pê digerin jî cendirmeyan belesebeb ew girêdan û dibêjin: "Nexweşî heye, nêzî karkera nebin. Nexwe em ê cezayê pereyî li we bibirin." 
 
Ji ber nexweşiyê em asteng dikin, lê em dibînin ceyran nîne. Sirf ji bo em dengê wan ranegihînin em asteng dikin û em dizanin bi meha ye hin karkera nikarin serê xwe bişon. 
 
Ji ber karkerên ku di zor û zemhetiyê de dijîn, zehmatîya wan zêdetir nekin em berê xwe didin Enqereyê, lê heta em ji taxê derdikevin dîsa cendirmeyan em şopandin. 
 
Dema em gihîştin Enqereyê karkerekî telefonî me kir û got: “Em hatin hişyarkirin ji bo bi were nepeyivîn...”
 
MA / Emrûllah Acar