Pîvazên wan di destê wan de man

img

EDENE - Ji ber îthalatê pîvaz li nav erdan mane. Cotkar Emîn Yeşîlbûdak, got: "Em di nav deynan de mane." 

Li Tirkiyeyê salê nêzî 2 milyon û 200 hezar ton pîvaz tên çandin. Ji van pîvazan milyon û 800 hezra ton li piyaseya navxweyî û yê mayî jî îxracî Iraq û Îranê tê kirin. Lê belê îsal ji ber şewba vîrûsa coronayê îxracata pîvazan hatiye sekinandin û wekî her salê îsal jî beriya rakirina debra pîvaz û patatan, îthalata pîvaz û patatan bê bac hat kirin. Ji ber vê pîvazên cotkaran di nav erdan de dirizin. 
 
Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Edeneyê Feyzûllah Kûrkût, anî ziman ku di dema çinîna pîvaz û patatan de îthalat hatiye kirin û ji ber vê cotkar mexdûr bûne. Korkût, xwest sînorên li ber îxracatê hatine danîn bên rakirin û îthalat neyê kirin. 
 
'DIJMINATÎ YE' 
 
Cotkar Emîn Yeşîlbûdak jî bertek nîşanî vê yekê da. Yeşîlbûak, diyar kir ku bi tahb û rebenî çandinî kirine û got, lê belê her diçe rewşa wan xirabtir dibe û pîvazên wî yên di dest wî de mane xistine xeraca xwe. Yeşîlbûdak, got: "Êdî em nadin pêyî fiyet jî. Bes bila werin bibin. Li Tirkiyeyê pîvaz tên çandin, lê radibin diçin ji derve tînin. Tu dibê qey bi zanebûnî dikin. Dijmin jî vê nakin. Radibin îxracatkarina pîvazan qedexe dikin û diçin ji derve tînin. Ev dijminatî ye, wekî din ne tiştek e. Dibêjin biha ye. Lê tên bi 50 qurîşî ji me dikirin û diçin li marketan bi 3 TL'yan difiroşin."
 
Yeşîlbûdak anî ziman ku ji bo gubre û mazotê piştgiriya wan tê kirin û got: "Lê belê hê nagihê destê me dest datînin serê. Em bang li rayedaran dikin, bila bela xwe di cotkaran de nedin." 
 
Yeşîlbûdak, diyar kir ku deynê gubre û mazotê li wan e û got, heqê karkeran nedaye û niha di nav deynan de maye.
 
MA / Hamdûllah Kesen