Alîgirên xwe tayin dikin, muxalifan jî sirgûn

img

AMED - Serokê Şaxa BTS'ê ya Amedê Suleyman Bozkûrt, da zanîn ku di pêvajoya şewba coronayê de 84 endamên wan hatine sirgûnkirin û got, ji ber ku qezayên trênê, rant û kadrobûyîna bêliyaqat teşhîr kirine endamên wan hatine sirgûnkirin. 

 
Li seranserê Tirkiyeyê 84 endamên Sendîkaya Xebatkarên Veguhêziyê ya Yekbûyî (BTS) hatine sirgûnkirin. Endamên sendîkayê di bin navê "rotasyonê" de hatine sirgûnkirin. Serokê Şaxa BTS'ê ya Amedê Suleyman Bozkûrt, da zanîn ku li bajêr jî 2 endamên wan hatine sirgûnkirin. Bozkûrt, destnîşan kir ku ji ber ku qezayên trênê, rant û kadrobûyîna bêliyaqat teşhîr kirine endamên wan hatine sirgûnkirin.
 
Bozkûrt, diyar kir ku di dema şewba coronayê de karê wan zêdetir bûye û ji bo sirgûnên pêk hatine jî got: "Karê veguhêziyê du qat zêde bû. Di vir de keda xebatkarên me pir e. Lê belê rabûn ew ceza kirin. Diviya xebatkar bihatana xelatkirin lê rabûn ew sirgûn kirin. Di pêvajoyeke wiha de kirin ku kes bertek nîşan nede. Çimkî di pêvajoyeke wiha de destûra daxuyaniyeke çapemeniyê jî nayê dayîn. Di vê pêvajoyê de tişta hatiye kirin keysperestî ye." 
 
SEDEMÊN SIRGÛNÊ 
 
Bozkûrt, bal kişand ser sedemên sirgûnkirina endamên wan jî û got: "Sedema van sirgûnan, ji ber helwesta sendîkaya me ya li dijî kêmasiyên di warê rêhesiniyê de rû didin, helwesta li dijî şaşî û bêliyaqatiyê ye." 
 
Bozkûrt, anî ziman ku rêvebirên saziyê jî tim hewl dane ku dengê sendîkaya wan bitepisînin û got: "Bi van sirgûnan dixwazin rêxistinbûyîna sendîkaya me pasîfîze bikin û helwesta me ya ji bo lêgerîna mafan bitepisînin." 
 
Her wiha Bozkûrt, anî ziman ku berevajî sirgûnan tayinkirinên li gor xwestekê jî hatine kirin û got: "Di saziya me de rêziknameyeke bi navê rotasyonê an jî qanûneke bi vî rengî tuneye. Kesên hatine sirgûnkirin piranî jî hê 2 sal mafê wan hebû ku li cihê lê dişixulin bimînin. Bi taybetî jî tayinkirinên li Midûriyeta Herêmê ya 5'an ji bo vê yekê mînakeke baş e. Hindik mabû Midûrê Gara Xarpêtê teqawid bibûna, lê belê wî şandin Êlihê; Midûrê Gara Amedê jî tayinî şûna wî dikin. Şûna Midûrê Gara Amedê jî vala ye. Endamên me jî sirgûnî Hekîmhanê kirin. Gava em rewşa tenduristiya hevalên xwe jî hesab bikin, wisa xuyaye wê di pêşerojê de bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû bimînin." 
 
Bozkûrt, bibîr xist ku sendîkaya wan hêlên veşarî yên qezayên trênê aşkere kiriye û got, qezaya li Çorlû, qezaya trêna sefera Enqere-Konyayê dikir xistie rojevê û ji ber vê bi sirgûnan tê xwestin dengê sendîkaya wan bê tepisandin. 
 
MA / Lezgîn Akdenîz