BTS: Em ê li dijî sirgûnan li berxwe bidin

img

AMED - Serokê Şaxa BTS'ê ya Amedê Suleyman Bozkûrt sirgunkirina hevalên xwe rexne kir û got: “Bila rayedar baş bizanin ku em ê li dijî sirgunan li berxwe bidin.”

 
 Sendîkaya Xebatkaren Barkêşiya Yekbûyî (BTS) têkildarî 84 karkerên hatin sirgûnkirin li Îstasyona Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Endam û Rêveberên sendîkayê û Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê Sadrettîn Kaya beşdar bûn. Sendîkavanan xwestin li pêş GAR'a trenê çalakiya rûniştinê li dar bixin, lê polîsan nehişt. Piştî niqaşan, sendîkavanan daxuyanî dan. Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê Sadrettin Kaya ewil axivî û diyar kir ku rewşa malbatên 84 endamên BTS’ê yên ku hatin sirgunkirin li berçavan nehati girtin û wiha got: “Di van rojên şewba vîrusa coronayê de rewşa malbat û nexweşiyên hevalên me li berçavan negirtin. Di van şertan mirovan bi zorê ji cihê wan qut dikin. Ev ne hiqûqî, mirovî û demokratîk e.” 
 
‘ÇALAKIYÊN ME DÊ BIDOMIN' 
 
Serokê Şaxa BTS'ê ya Amedê Suleyman Bozkûrt jî diyar kir ku hevalên wan di bin navê "rotasyonê" de hatine sirgûnkirin û got: “Ji bo ku ji sendîkayên din re cih vekin hevalên me sirgûn kirin û mexdûr kirin. 2 hevalên me yên ku tenduristiya wan xerab şandine Hekîmhanê û li wir jî derfetên wan nînin ku tedawî bibin. Serokê Şaxa Îzmîrê jî di nav de rêveberiya me belav kirin û bi awayekî neheqî şandin sirgunê. Me BTS'ê; navend û 9 şaxên xwe biryara li pêş muduriyetên TCDD'ê daxuyaniya çapemeniyê û çalakiya rûniştinê girt. Em ê ji niha û şunda çalakiyên rûniştinê û daxuyaniyên çapemeniyê berdewam bikin.”
 
'MALBATAN JÎ CEZA DIKIN' 
 
Bozkurt, bang li rêveberiyên saziya ku hevalên wan sirgunkirî kir û wiha bi dawî kir: “Bi sirgunkirinê tenê wan mirovan ne, malbat û hevalên wan jî ceza dikin. Divê bi lez ji vê xeletiyê bizivirin. Serokê TCDD’ê Ali Îhsan Ûygûn û Mudurê Servîsa Trafîkê Abdullah Ozcanli ji bo ku sirgunên hevalên me paşve bikşînin xwestekên xwe li vir tînin ziman. Çalakiyên me we berdewam bikin. Em ê li dijî sirguna berxwe bidin. Bila rayedar vê baş bizanin.”
Daxuyanî bi dirûşmên “Sirgunî rumeta me ne” û “Bijî têkoşîna me ya rêxistinî” berz kirin û belav bûn.