Bac biha bû, 5 hezar û 430 ton zebeş xera bûn

img

WAN – Zemkirina bacê bû sedema ku 5 hezar û 430 ton zebeşên ku ji Îranê anîn Gara Trênê ya Wanê xera bibin. Esnafê ku zebeşan ji derve anî li dijî rewşê îsyan kir.

Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyê di 15’ê gulanê de giştînameyek ragihand. Zebeşên ji Îranê tînin Tirkiyê di şevekê de ji sedî 300 zema bacê anîn ser. Bi vê zemê re 5 hezar û 430 kîlo zebeşên ku ji Îranê anîbûn Gara Trênê ya Wanê li wir man û xera bûn. Nêzî hefteyekê ye zebeş di vagonên trênê de tên sekinandin û hevdîtinên hatin kirin jî tu encam jê derneket û ji ber xerabûnê bêhn didin. Ew esnafên zebeşan ji Îranê tînin li dijî rewşê îsyan kirin û diyar kirin ku bi vê zema bacê re dê nikaribin wan zebeşên wan ên di 181 vagonan de werbigirin.
 
ZEBEŞ TÊN SEKINANDIN
 
Ji van esnafên ku derhanînê (îthalatê) dikin Nezîr Temîzan diyar kir ku zebeşên wan ji 8’ê gulanê ve hatine û ji ber zemê ji 15’ê gulanê ve tên sekinandin û got: “Dewlet barek li me dike. Em nikarin rakin. Bi rojane kesî denge me nebihîstiye. Miduriyeta Karê Gumrukê rêyekê nîşanî me nade. Zebeşên me sitendine hemû xera bûn. Şeva 15’ê gulanê ji nişkeve bacê ji sedî 300 zem kirin. Em 200 esnaf mexdûr bûn. Nizanim sûcê me çi ye.”
 
RAYEDAR DENGÊ WAN NABIHÎZIN
 
Temîzan anî ziman ku kes dengê wan nabihîze û got: “Tu rayedar û parlamenter li pişt me nasekine. Bila rayedar guh bidin denge me. Bêyî ku ev zem were kirin, dewletê dikaribû mûhletekê bida me. Tevî hemû kar û barên malê me hatiye kirin jî lê ji ber bihakirina bacê em nikarin bigirin.”
 
‘KES QÎRÎNA ME NABIHÎZE’
 
Temîz destnîşan kir ku bi hezaran zebeş xera bûne û ev cara ewil ew bi zemkirina bacek wiha biha re rûbirû dimînin. Temîz da zanîn ku 250 esnaf ji ber vê bihakirina zema bacê bi topavêtine re rûbirû mane û got: “Em nizanin em ê çi bikin. Em saqoyê xwe jî bifiroş in, em ê nikari bin ji bin vê bacê derkevin. Tu qewetek em ê vê yekê rakin nîne. Me her tiştê xwe di şevekê de winda kir. Xwedîgiravê wê hilberînerên xwecihî rizgar bike, lê vê carê derhanîneran dike zorê ku top biavêjin. Pergalek wiha nabe. 20 sal in ez ji derve tiştan tînim, min cara yekem tiştek wiha dît û bi zextek wiha re rûbirû dimînim. Ligel ewqas em qîr dikin jî kes dengê me nabihîze.”
 
MA / Bariş Donmez - Mesût Bagci