Giştînameya wezaretê tenê ya li ser kaxezê ye

img

STENBOL - Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Dev Saglik-Îş'ê Erdogan Dermîr, anî ziman ku Wezareta Tenduristiyê giştînameyek parve kiribû û têde gotibû wê kes ji kar neyê derxistin lê belê bi sedan xebatkarên tenduristiyê şandine destûra bêheq û got, giştîname tenê li ser kaxezê heye. 

Wezareta Tenduristiyê giştînameyek parve kiribû û têde gotibû wê xebatkarên tenduristiyê ji kar neyên derxistin, lê belê destûra bêheq dane bi sedan xebatkarî. 
 
Dev Saglik-Îş'ê jî di 12'ê Gulanê de der barê xebatkarên tenduristiyê de raporek parve kir û rapora hatiye parvekirin pirsgirêkên di vî warî de bi awayekî aşkere nîşan dide. 
 
MASKEYÊN XWE DIŞON Û CARDIN BI KAR TÎNIN 
 
Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Dev Saglik-Îş'ê Erdogan Dermîr, anî ziman ku di rapora wan de pirsgirêka herî girîng di warê xwegihandine ekîpmana parastinê de ye û got, ev pirsgirêk jî nîşan dide ku pandemî çawa di nav xebatkarên tenduristiyê û gel de belav bûye. Demîr, bal kişand ser pirsgirêka ku xebatkarekî tenduristiyê pê re rû bi rû maye û got: "Maskeyeke N-95 dane xebatkarekî tenduristiyê. Hevalê me he rku maske qilêrî dibe wê dişo û bi kar tîne. Ev yek di warê tenduristiyê û di warê gel de dibe sedema pirssgirêkên mezin. Ev yek bûye polîtîkaya gelek nexweşxaneyên taybet." 
 
TENÊ LI SER KAXEZÊ HEYE 
 
Demîr, destnîşan kir ku her ku kûra dowîzî zêde dibe krîza aborî ay nexweşxaneyên taybet jî girantir dibe û got, ji ber vê gelek nexweşxaneyan destûra bêheq daye xebatkarên xwe. Demîr, anî ziman ku xebatkarên destûra bêheq dane wan bi birçîbûnê re rû bi rû hatine hiştin. 
 
Demîr, giştînameya Wezareta Tenduristiyê bibîr xist ku têde hatibû gotin "Li nexweşxaneyên dewletê an jî yên taybet wê tu îsraf neyên qebûlkirin û wê tu kes ji kar neyê derxistin" û got: "Ev giştîname giştînameyeke ku tenê li ser kaxezê heye. Niha bi deh hezaran xebatkarên tenduristiyê yên betal an jî yên tu dahateke wan tuneye hene." 
 
REFORMA TENDURISTIYÊ ÎFLAS KIRIYE
 
Demîr, anî ziman ku "Bernameya di Tenduristiyê de Reform" ku di sala 2003'yan de hatibû destpêkirin di pêvajoya pandemiyê de îflas kiriye û got: "Şewb zû belav dibe. Ji ber vê bijîşkên anvendî nikarin bixebitin. Ev yek jî delîla sereke ya vî tiştî ye. Ev rewş careke din nîşan da ku pêdivî bi bernameyeke tenduristiyê ya gelparêz heye. Qada tenduristiyê xizmeteke cemaweriyî ye. Demildest divê nexweşxaneyên taybet bên îstîmlaqkirin. Bijîşk divê li gor qanûna jimare 4850'yî bên xebitandin." 
 
MA KÎ DIKARE BI 500 TL'YÎ DEBARA XWE BIKE? 
 
Endamekî Dev Saglik-Îşê ku li nexweşxaneyeke taybet dişixule û nexwest navê wî bê aşkerekirin, anî ziman ku nexweşxaneyên taybet li gor ên dewletê bêtir bêkontrol in. Xebatkar, diyar kir ku li nexweşxaneyên dewletê saetên xebatê û wardiye diyar in, lê belê li nexweşxaneyên taybet ev yek girêdayî însafa rêvebirên enxweşxaneyan e. 
 
Xebatkar, anî ziman ku destûra bêheq dane wî jî û got: "Heqê destûra bêheq tenê 500 TL dane min. Ez û malbata xwe pev re dijîn. Heger bavê min neteqawidbûyî bûna me yê nikaribûna debara xwe bikira. Ma kî dikare bi vî pereyî debara xwe bike?" 
 
MA / Tolga Guney