Hilberînerên çayê bi derdin

img
RÎZE – Hilberînerên çayê ji ber hêjmara karkeran kêm bûne û ÇAYKUR'ê bihayê herî kêm aşkere kir bi fikarin. Hilberînerên çayê diyar kirin ku, desthilatdarî li şûna ku pirsgirkên wan çareser bike, li duv hesabên xwe yên siyasîne û xwestin pirsgirêkên dijîn bên çareserkirin. 
 
Li Giresûn, Trabzon, Rize û Artvînê, îsal palehiya çayê dibin siya şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) de dest pê kir. Kêmbûyîna hejmara karkeran û bihayê herî kêm ê ÇAYKUR’ê aşkere kir, rûyê hîlberînerên çayê keyfxweş nekir. Li gorî hilberîneran, ji ber girtina sînorên Gurcistanê û Azerbaycanê karkeran nekarîn bên palehiya çayê û vê jî bandorek mezin li palehiya îsal kir. 
 
KARKERÊN HATINE JÎ JI PALEHIYA ÇAYÊ FÊM NAKIN 
 
Serokê Giştî yê Sendîkaya Hilberînerên Çayê (ÇAY-SEN) Recep Memîş, derbarê pirsgirêkên kêmbûyîna  karkeran û bihayê kêm ê çayê de nirxandin kirin. Memîş, diyar kir ku bi awayekê kontrolkirî destûr ji bo kerkarên palehiya çayê tên dayîn û wiha axivî: “Lê ligel vê yekê jî, em pirsgirêkên cidî di warê karkeran de dijîn. Ji ber şewbê sînorê Gurcîstanê girtiye. Ji ber vê em pirsgirêkan dijîn û karker nikarin bên palehiyê. Desthilatdarî divê pirsgirêka karkeran ên Herêma Behra Reş çareser bike û gavên şênber bavêje.” 
 
BI KOMÊN DILSOZ RE DIXWAZIN ÇARESER BIKIN 
 
Memîş, da zanîn ku li bajarên Deryaya Reş a rojhilat, walîtî dixwazin palehiya çayê bi komên Alîkariya Civakî ya Dilsoz çareser bikin û wiha got: “Bi van koman, komkirina çayê ne pêkane. Ji xwe em baş dizanîn ku komên dilsoz ji kîjan beşan ava dibin. Ev ji bo rêxistinbûyîna partiyekê, ji bo xebatên propagandeya siyasetekê dixebitin. Desthilatdarî ji bilî  gotinên xweş, tu pirsgirêkan çareser nakin. Bihayê ji aliyê ku ÇAYKUR’ê ve hat aşkerekirin jî, bihayek pir kême. Wisan xuya dike ku sektora taybet jî wê feydê ji vê bihayê bigire. Doguş Çay ku yek ji fîrmayên taybet ên herî mezin ê herêmêye, ji niha de dest bi kirîna çayê kiriye. Çayê bi 3 TL’an dikire. Wisan xuya dike ku bazirganên biçûk jî wê bi bihayek kêmtir çayê bikirin.”
 
‘QEZENCA HILBERÎNERAN WÊ PIR KÊM BE’
 
Yek ji hilberînerê çayê yê li Findikliya Rize dijî Turgay Kose jî, anî ziman ku ligel destûr ji bo karkerên demsalê yên ji herêmê re tên dayîn jî, pirsgirêk nayê çareser kirin û wiha axivî: “Li 4 bajaran, di heman demê de dest bi palehiya çayê tê kirin. Divê palehî pir zêde bê kirin. Lê ji ber kêmbûyîna karkeran, palehî pir kêm tên kirin. Ev jî wê bibe sedema windabûna aboriya hilberîneran. Em dixwazin ku rêjeya ji aliyê ÇAYKUR’ê ve hatiye diyar kirin, bê rakirin. Divê rewşa hilberînerên çayê li ber çavan bê girtin û li gorî daxwazên wan polîtîkayên çayê bên pêşxistin.”
 
MA / Tolga Guney