Kurmên hevrîşimê ji pelên tuyan têr nabin!

img

AMED - Li Pasûrê ku yek ji deverên sereke yê kurmên hevrîşîmê ye, îsal 300 kesên din jî dest bi xweyîkirina kurman kirin. Welatiyên ku vî karî dikin xwestin heqê keda wan bi dest wan bikeve. 

Li Pasûr a Amedê ku salê 475 ton û 745 kîlo kurmên hevrîşîmê lê tê hilberîn, di nav 52 bajarên Tirkiyeyê de di roza ewil de ye. Îsal jî 300 kesên din dest bi hilberandina kurmên hevrîşimê kirin û li navçeyê hejmara kesên vî karî dikin bû hezar. Welatiyên ku li gundan vî karî dikin bal kişandin ser zor û zehmetiyên kar û xwestin heqê keda wan bi dest wan bikeve.
 
Li gundê Hêlînê Zubeyîr Baran (68) ku li mala xwe kurmê hevrîşîmê xweyî dike, anî ziman ku karê ku dikin karekî zehmet e. Baran, got: "Hilberîn di orta Gulanê de dest pê dike heya dawiya Hezîranê didome. Tam em 35 rojan kurmên hevrişimê li odeyên xwe diezimînin. Di 35 rojan de 4 merheleyan derbas dikin. Yek, dudo, sisê û çaran bi xewê derbas dikin û tim bi pelên tuyan xwe xweyî dikin." 
 
Baran, bilêv kir ku ji ber ku kurmên hevrîşimê rojê divê sê caran pelên tuyan bixwin, ew hilberîner di warê peywakirina darê tuyan de zehmetiyê dikişînin û got: "Hilberîner pelên tuyean yeko yeko dibijêrin wisa didin ber kurman. Di pakêtek qoze de li gor xweyîkirinê nêzî 30-40 kîlo qozeya ter bi dest dikeve." 
 
FIYET PIR ERZAN E 
 
Baran, bilêv kir ku navçeya wan di warê kurmên hevrîşimê de di rêza yekemîn de ye , lê dîsa jî herî zêde li Antalya û Bûrsayê karê wê yê tevnkariyê tê kirin. Baran, diyar kir ku hilberîner û şêniyên navçeyê dixwazein tevnkariya wê herî zêde li Amedê be. Her wiha Baran, bal kişand ser keda hilberîneran jî û got: "Par me kîloya wê bi 65 TL'yan dida, îsal wisa dixuyê wê 70 TL be. Qoze herî zêde di sektora tekstîlê de tê bikaranîn. Pê fûlar, şal, şalgerden hwd. tê çêkirin. Ê zehmetiyê dikişînin em in, lê yên qezenc dikin ew in." 
 
HEQÊ KEDA WAN BI DEST WAN NAKEVE 
 
Mûrat Baran (22) jî anî ziman ku ji bo xweyîkirina kurmên hevrîşimê pir tahbê dibînin lê dîsa jî qoze bi erzanî diçe û got: "Par me kîloya qozeya kurman bi 65 TL'yan da. Lê belê keda ku em didin pir zêde ye. Em jî dixwazin heqê keda xwe bistînin. 12 sal in vî karî dikim. Ji kalê me ji me re maye." 
 
MA / Fethî Balaman