Piştî şewbê rewşa aboriyê: Dê betalî derkeve 11,7 milyon kesan

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Zanîngeha ODTU Prof. Dr. Ebru Voyvoda û Zanîngeha Bilkentê Prof. Dr. Erinç Yeldan têkildarî bandora virûsa corona ya li ser aboriyê rapor amade kirin. Li gorî rapora wan dê li Tirkiye rewşa betaliyê ji sedî 14’an derkeve ji sedî 33’an. Hêjmara kesên betal jî dê ji 4,7 milyon kesan derkeve 11,7 milyon kesan. 
 
Hîndekarên Zanîngeha ODTU Prof. Dr. Ebru Voyvoda û Zanîngeha Bilkentê Prof. Dr. Erinç Yeldan, li ser rewşa virûsa corona û bandora wê ya li ser aborî û betaliyê rapor amade kirin. Li gorî rapora wan dê li Tirkiye rewşa betaliyê ji sedî 14’an derkeve ji sedî 33’an. Hêjmara kesên betal jî dê ji 4,7 milyon kesan derkeve 11,7 milyon kesan. Li gorî raporê hatina her malekê dê li gorî 2019'an ji sedî 46 kê kibe. Ev yek dê qeyrana aborî bêtir kûr bike. 
 
Prof. Voyvoda û Prof. Yeldan, diyar kirin ku qeyrana ku covît 19 bû sedem, ji ber lawaziya hevsengiya makroekonomik a Aboriya Tirkiyeyê ye.