Rençberê ceyrana wî tune DEDAŞ’ê 27 hezar û 415 tl deyn jêre nivîsî

img

RIHA - Rençber Abdulhalim Vural ê bîra wî û ceyrana wî tune û ceyran xerç nekiriye, DEDAŞ'ê bi hinceta deynê wî yê ceyranê heye 27 hezar û 415 tl îcra danî ser û piştgiriya wî ya çandiniyê bloke kir. Vural, ji DEDAŞ'ê pirsa "Hêjmara min a abone, OSOS û trafo çiye? bila bêjin." pirsî. 

Rençberê ji Wêranşarê Abdulhalim Vûral ê li Gundê Şabana yê Navçeya Dêrika Mêrdînê çandiniyê dike, li gel ku ceyran xerç nekiriye û deynê wî tune jî Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dicle (DEDAŞ) 27 hezar û 415 lira deyn jêre nivîsand û xist îcrayê. DEDAŞ'ê di sala 2016’an de li Daîreya Îcrayê ya Mêrdînê û di sala 2020’an de jî li 9'emîn Daîreya Îcrayê ya Amedê doz vekir. Ji ber rençber xistin îcrayê piştgiriya wan a çandiniyê hat blokekirin. Rençber Abdulhelîm Vural,  bertek nîşanî vê yekê da û got: "Ger ku îdîaya wisa heye wê demê bila hêjmara min a abone, trafo û Pergala Xwendina Jimare a Otomatik (OSOS) bêjin. Min çend kilovat ceyran xerç kiriye bila ji min re bêjin. Tu eleqeyamin û ceyran, av û DEDAŞ'ê bi hev tune ye. 
 
ÇANDINIYÊ BEJÎ DIÇÎNE
 
Vûral, anî ziman ku her sal çeh û genimê bejî diçîne û wiha got: "60 dolim zeviya min heye. Lê ez bê av û bê ceyran diçînim. Ne bîra min a avê heye û ne jî ceyrana min heye. Ceyran di nava zeviya min de tune ye. Ez hem di sala 2016’an de û hen jî îsal (2020) ketim îcrayê. Ji ber îcrayê piştgiriya ku ji min re hatiye şandin desteser kirin. Ji Daîreya Îcrayê ya Amedê 13 hezar û 513 tl, ji Daîreya Îcrayê ya Mêrdînê jî 13 hezar û 902 tl bi giştî 27 hezar û 415 tl îcra danîn ser min.