Jiyana li nav erdê îsotan

img

RIHA - Emîne Tan ku li Pirsûsê nav zeviya îsotan dixebite, diyar kir ku zarokên xwe li nav zeviyan mezin kiriye û bi van gotinan bal kişand ser zehmetiyên ku dikişîne: “Em gelek diwestin. Dest, pê cihekî me yê ku naperite namîne.”

Îsotên ku li Deşta Pirsûsê ya Rihayê hatine çandin, qam girtin. Li gundê Elîzera yê navçeyê, welatî li nav zeviyên îsotên ku êdî qam girtine dixebitin û îsotan tînin asta berhem dayînê. Malbata Tan ku karê îsotan bi qubale digire, di bin germa havînê de ku êdî xwe baş dide hîskirin, rojê bi 70 TL’yî karê avdanî, tevrik û berhevkirinê dikin û pê debara xwe dikin.
 
PIŞTÎ KAR MALÊ
 
Dayîka Emîne Tan a 51 salî, zehmetiyên xebata li nav zeviyan vegot û da zanîn ku debara xwe bi karê îsotan dikin û wiha got: “Beriya niha em diçûn Enqere, Yozgat û Kayseriyê. Bi hatina avê re êdî em li nav erdên xwe dixebitin. Em bi zor debara xwe dikin. 6 zarokên min hene û min xwe dîtiye nedîtiye li zeviyan dixebitim. Me zarokên xwe jî li nav van zeviyan di nav heriyê de mezin kir. Me dilekî rehet nedît. Piştî karê nav erd êvarê jî em diçin karê xwe yê malê dikin. Em gelek diwestin. Dest, pê cihekî me yê ku naperite namîne. Em neçar in ku bixebitin. 2 meh in em di bin vê germê de dixebitin. Em nexweş dikevin û ji ber germa zêde jehrî dibin. Em gelek zehmetî dikişînin.”
 
‘EM JI BO KU NEMIRIN DIXEBITIN’
 
Bav Abdûlkadîr Tan jî destnîşan kir ku zeviya ku lê dixebitin ne ya wan e, bi yemiyeyê dixebitin û ev tişt anî ziman: “Em bi dermankirin, avdanî û tevrik kirine îsotan debara xwe dikin. Em heta ku îsotan tînin asta şandina karkegehê jî bi yewmiyeyê dixebitin. Em heta meha cotmehê jî li nav erdan dixebitin. Ji bilî îsotan çavkaniyeke me ya debarê tuneye. Karekî zehmet e lê doza bidestxistina nanê me ye. Her tişt biha bûye, heke em nexitin dê birçî bimînin. 6 zarokên min hene, li vê zeviyê dixebitin. Li gel vê nexweşiyê jî em dixebitin. Ji bo alikariyê hezar TL dan me. Ka bi hezar TL’yî çit ê kirin? Yewmiya me dike kîloyek çay. Kîsek şekir bûye 120 TL. Dîsa kîsek arvan jî bûye 120 TL. Hefteyek jî têra me nakin. Em berdêla keda xwe nagirin. Em bi zorê debara xwe dikin. Em tenê ji bo ku nemirin dixebitin.”