'Li şuna hûn diçin Bajarên Rojava li zeviya xwe bixebitin'

img

ŞIRNEX - Çotkar Serhat Salucî yê li Navçeya Sîlopiyê seravaniyê dike, bang li karker, çotkar û rençberan kir û got: "Li şûna hûn diçin li bajarên Rojava, li zeviyên xwe hilberînê bikin. Ez qezencek baş bi dest dixim." 

Li Navçeya Sîlopî ya Şirnexê gelek çotkar û rençberan li nava zeviyên xwe sera ava kirine û li serayên xwe dest bi hilberîna fêkî kirine. Yên herî mezin li ser 10 dolim zevî sera ava kirine û hilberînê dikin. Sera herî mezin aydî malbata Salucî e. Li van serayan gelek welatî debara malbata xwe dikin. Yek ji çotkarên ku li Serayê çandinî û çotkariyê dike Serhat Salucî ye. Alucî bi salan karê seravaniyê dike. Salucî, anî ziman ku ew fêkî û zebze li van serayan hildiberînin û bi traktoran diçin li bazarê difiroşin. Em li vir derfeta kar ji gelek welatiyan re ava dikin. Li şûna ciwanên me diçin li bajarên Rojava kar dikin bila li bajarê xwe û nava zeviyên xwe kar bikin. 
 
Jina ku li serayê kar dike Devlet Yildiz jî anî ziman ku di saetên serê sibê de dest bi kar dikin û wiha got: "40 rojin li vir kar dikim. Em serê sibê saet di 5’an de dest bi kar dikin û heta saet 11.00’an dixebitin. Em piştî nîvro jî saet di 14.00’an de dest pê dikin heta saet 18.00’an dixebitin. Em bi xwe debara xwe dikin. Ji ber ku em bi xwe debara xwe dikin em kêfxweş in. Li vir kar heye. Divê kes neçin bajarên rojva kar nekin. Em ê sal 12 mehan kar bikin. 
 
 
MA / Mujdat Can