'Jiyana me veguheriye azmûna têkoşîna li dijî xizaniyê'

img

STENBOL - Qesr, dibêje di warê aboriyê de "li cîhanê em di rêza yekemîn" in lê belê welatiyên ku êdî nikarin serî bi bihabûna fiyetan re derxin dibêjin: "Jiyana me veguherî têkoşîna li dijî xizaniyê." 

Li gor rayedaran rewşa Tirkiyeyê pir baş e, lê belê li gor welatiyan rewş qet nebaş e. Çend roj berê Serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan gotibû "Di 25 salên dawî de gava em li rewşa xwe mêze dikin, em li cîhanê di rêza yekemîn de ne." Ligel vê pispor jî diyar dikin ku bi şewba vîrûsa coronayê re krîza aborî kûrtir bûye. 
 
Li Stenbolê welatiyên ku ji ber bihabûna fiyetan êdî nikarin debara xwe bikin, diyar kirin ku ji ber bihabûnê bêhn li wan çikiyaye. 
 
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ XIZANIYÊ
 
Nazim Demîr ê 50 salî ku 20 sal in simîtan difiroşe, ji bo rewşa aborî ya Tirkiyeyê got, rewş pir xirab e. Demîr, destnîşan kir ku bi şewba coronayê re krîza aborî kûrtir bûye û got, hema bêje jiyana wan êdî veguheriye azmûna têkoşîna li dijî tunebûn û xizaniyê. 
 
Demîr, diyar kir ku fatûreyên gaz, av û ceryanê pir tên û got, ji xeynî ji sedî 20-30'yê civakê kes nikare li gor dilê xwe bijî. Demîr, got: "Ê mayî hemû tunebûn, bîrîkirin e. Gava tu nikaribî tiştekî bikirî tu tim bi hesreta wî tiştî yî. Tu nikarî li xwe bikî, nikarî bixwî. Tu di ber fêkîfiroş re derbas dibî, canê te fêkiyekê dixwaze lê tu nikarî bikirî. Hin jê zarokên xwe li dibistanên taybet didin xwendin. Ê ma ê me ne zarok in? Hikûmetên heya niha hatine û çûne giş wekhev in. Ev meseleyeke pergalê ye. Ez ji Rîzeyê me. Siyasetmedar hemû eynê ne, qafê wan qafekî nîjadperest e. Tenê ji sedî 20 civakê dijî, ê me jî neteweperestiyê li me ferz dikin. Bi vî awayî me bera hev didin. Dû re tu mêze dikî, tew ji xwe re vîlla kirîne, keştî kirîne." 
 
DI DEST DE TIŞTE NAMÎNE 
 
Welatiyê bi navê Haci Ûzûn jî li Qada Beşîktaşê li xwaringehekê garsontiyê dike. Ûzûn, anî ziman ku piştî çend mehan şûnde hatine kar, lê belê rewşa kar ne wekî ya berê ye. Ûzûn jî anî ziman ku bi şewbê re krîza aborî kûrtir bûye û ev yek bandorê li wan dike. Ûzûn, got: "Gava li malê tenê kesek bişixule, ne mimkun e heya serê mehê îdare bike. Heqê gazê, ceryan, kirê, av, xwarin û vexwarinê di dest de tiştekî namîne." 
 
3 KES DIŞIXULIN LÊ DEBARA WAN NABE 
 
Welatiyê astengdar Tûrgay Kum (60) jî karê seyar dike. Kum, bilêv kir ku kesekî etqawidbûyî ye lê belê ji emcbûrî dişixule û got, tevî kirê û fatûreyan lêçûn 4 hezarî derbas dike. Kum, anî ziman ku du kurên wî jî dişixulun lê belê dîsa jî bi zorê debara wan dibe. 
 
Fîlîz Bûlût a 50 salî jî anî ziman ku bi şewbê re krîz kûrtir bûye û ji ber vê fiyet du qat biha bûne. Bûlût, anî ziman ku karmend bûye lê belê niha teqawid bûye, lê dîsa jî nikare debara xwe bike. Bûlût, bilêv kir ku qet nebe ew dikare du çend perçe tiştan bikire lê belê hin kes hene nikarin tiştekî jî bikirin û got: "Tenê derdoreke biçûk kêfxweş e, ê mayî kes ne kêfxweş e. Sedema bêhizûriya nav malê hemû ji ber tunebûyînê ye." 
 
Welatiya bi navê Necîbe ku nexwest paşnavê xwe bêje anî ziman ku karmend bûye lê niha teqawid bûye û got: "Tu diçî bazarê di biniya 20 TL'yî re fêkî tunene. Tenê tu ji bo tahmê dikirî, nikarî ji bo xiktêriyê bikirî. Ji xwe em nikarin biçin bazarê jî. Em ji marketan bi heban dikirin. beriya coronayê dendikên me hebûn. Dendikên ku min bi 2.5 TL'yan kirîbû niha bûne 7 TL. Miqarneya ku min bi lîreyekê dikirî niha du qat biha bûye. 30 salî xebitîm, ancax min karibû bi atzmînata xwe deynê xwe bide. Xaniyek min jî tuneye. Em û hevalên xwe derketin derve me go em hinekî bigerin lê me nikaribû çayekê jî vexwe. Me nanê xwe kirî, em ê biçin malê. Jiyana me ev e." 
 
MA / Îdrîs Sayilgan - Nacî Kaya