Serokê Giştî yê BTS'ê: Di esasê sirgûnan de cudakarî heye

img

ENQERE - Serokê Giştî yê BTS'ê Hasan Bektaş, sirgûna karkeran rexne kir û diyar kir ku di esasê sirûnan de cudakarî heye. 

Di 11'ê Adarê de cihê 31 karkerên Rêya Trênê ya Dewleta Komara Tirkiyeyê (TCDD) di bin navê “rotasyon”ê de hat guhertin. Sendîkaya Xebatkarên Guhêzkariyê ya Yekbkûyî (BTS) ev yek wekî sirgûn pênase kir û şermezar kir. Endam û rêveberên BTS'ê li dijî sirgûnan ji çar aliyên Tirkiyeyê ve ber bi Enqereyê ve meşiyan. Têkildarî mijarê Serokê Giştî yê BTS'ê Hasan Bektaş ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Beştaş, diyar kir ku sedema sirgûnên karkerên TCDD’ê tayînkirinên bê liyakat in û cudakarî ye. 
 
Beştaş, anî ziman ku ji roja BTS hatiye avakirin heta niha dema rêxistinên ku ew lê kar dikin şaşiyekê li dijî karkeran dikin, mudaxaleyî wê dikin û wiha got: "Pêkanînên şaş ên li dijî karkeran di serdema AKP'ê de zêde bûne. Ji 2002'an heta niha di rêya trênê de gelek qeza pêş pêk hatin. Sendîkaya me sedema rastîn ya qezayan bi raya giştî re parve kir. Me tayînkirinên bê liyakat û bê qanûn bi raya giştî re parve kir. Dîsa gelek zeviyên aydî rêyên trênê hene. Van zeviyan pêşkêşî hevkarên xwe dikin. Me ev rastî jî bi raya giştî re parve kir. Îqtîdar sendîkaya me li dijî xwe wekî astengî dibîne. Ji ber vê yekê dixwazin sendîkaya me bêdeng bikin. Dixwazin sendîkaya me bê erk û rol bihêlin. 
 
AKP'Ê KADROYÊN XWE BI CIH KIRIN 
 
 
Bektaş, da zanîn ku bi hatina AKP'ê re di qada TCDD de jî feraseta siyaseta AKP'ê pêş ket û wiha got: "Ji asta jor heta asta jêr nerîna siyasî derket pêş. Bi siyasîbûnê xwestin fikr û quralên xwe pêş bixin. Li şûna liyakatê li gorî xwe kes bi vih kirin. Bi taybetî di 2 salên dawî de kadrobûyîna AKP'ê li vir pêş ket. Di 11'ê Adarê de hevalekî me şandin Meletiyê. Di 11'ê Gulanê de 31 hevalên me sirgûn kirin. 15 kes endamên sendîkaya me bûn. Em ji vê yekê re dibêjin sirgûn ew dibêjin ‘rotasyon’. Heta niha di Rêyên Trênê de tiştekî bi navê rotasyon tune ye. Di lîsteya rotasyonê de bi giştî 91 kes hene. Ji 91 kesan 31 kes hatin sirgûnkirin û yên din jî li gorî daxwaza wan wekî wan xelat bikin cihê wan guhertin. Ev yek cudakarî ye. Di nava kesên sirgûn bûne de kesên nexweş jî hene. Der barê tu kesî de lêpirsîn tune ye. 
 
Dema em li nasnameya hevalên xwe dinerin em dibînin ku hinek jê elewî, hinek jê kurd in. Cudakariyê dikin. Dixwazin bi vê yekê sendîkaya me bêdeng û bê hêz bikin. Lê têkoşîna me didome. Em ê daxwaza xwe ya hevdîtina bi Midûrê Giştî yê TCDD'ê re her roj nû bikin. Em ê îro ji 9 şaxên cuda yên BTS'ê biçin ber Midûriyeta Giştî ya TCDD'ê. Heta ev neheqî bi dawî bibe têkoşîna me dê bidome." 
 
MA / Emrullah Acar