Abdullah Ocalan: Bi komployê xwestin dubendiya Îsraîl-Filistînê biafirînin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kir ku komploya navneteweyî ya ku wekî "Komploya Gladioyê ya Mezin" pênase kir, ne tenê li dijî kurdan, li dijî tirkan jî hatiye kirin û got ku tê xwestin ku dubendiyeke tîpîk a Îsraîl-Fîlîstîn bê afirandin.
 
Komploya navdewletî ya ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi derketina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya ji Sûriyeyê dest pê kir, di 15'ê Sibata 1999'an de bi hevkariya hêzên global û bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi radestkirina wî ya ji bo Tirkiyeyê dewam kir. Abdullah Ocalan ku komploya navdewletî wekî pêngava sereke ya Projeya Rojhilata Navîn a Mezin (BOP) pênase kiribû, di heman demê de gotibû ku ev yek ji gavên sereke yên BOP'ê ye. Ocalan destnîşan kiribû ku bi vê re armanc tasfiyekirina rasteqîniya kurdan e û destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ê bi navenda xwe Rojhilata Navîn e. 
 
Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya bi navê “Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk” de ku cilda 5'an a “Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk” e û wê li Girava Îmraliyê nivîsandiye, diyar dike ku ev komplo di dîroka NATO’yê de operasyona herî mezin a navneteweyî ye û di bin sernavê "Komploya Gladioyê ya Mezin" de jî  behsa pêvajoya ku piştî wî anîne Girava Îmraliyê dest pê kiriye, dike. 
 
BERPIRSIYARIYA DYA Û YE'YÊ
 
Abdullah Ocalan destnişan dıke ku daxuyaniyên General Galtîerî, Şêwirmendê Taybet ê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Clinton,  nêzîkatiya rayedareke jin a Komîseriya Siyasî ya Yekîtiya Ewropayê û rola Serfermandarê Hêzên Taybet ên Tirk Engîn Alan eşkere kırıne ku ev komplo ji aliyê hêzên taybet ve hatiye kirin û ji aliyê Gladîoya NATO'yê ve ya di bin berpirsyariya siyasî ya DYA û Yekîtiya Ewropayê de ye hatiye birêvebirin ü dıböje: "Jixwe beriya van rastiyan jî ku piştre derketin holê, gumana min tune bû ku hêza ez bêbandor kirime hêza tirkan be, lê min mekanîzmaya operasyonê baş fêm nekiribû. Pêvajo, ji ya rast pir cudatir dihat nîşandan. Wekî ku hikûmeta tirk zorê dide û encamê digir didan der. Jixwe daxuyaniyên Serokwezîr Ecevît ên der barê girtina min de û radetskirina min a ji bo Tirkiyeyê jî got hê jî fêm nekiriye. Ev yek delîla piştrastkirina vê îdiaya min e. Her ku geşedan zelal bibin dê îdiaya min zelaltir bibe." 
 
BINGEHA SEDSALÎ YA KOMPLOYÊ
 
Abdullah Ocalan bilêv dike ku zîhniyeta felsefî û siyasî ya li pişt komployê xwedî girîngiyeke mezin e û dibêje: “Ez gelek caran behsa wê yekê dikim ku komplo xwedî bingeheke sedsalî ye. Min qala komployên ku qonaxên herî girîng ên her serdemê ne kir. Di nav van de komploya Alayên Hemîdiye, komploya 1914 Melle Selîm li Bedlîsê, 1925’an Şêx Seîd, 1930 Agirî û 1937 Dersim, di 1959'an de doza 49'an û di sala 1960'î de doza 400'an, kuştina Faîk Bûcak û ji aliyê PDK'ê ve kuştina Saît Kirmizitoprak, her wiha bi sedan komployên ku ji asta bîrdozî ya PKK'ê heya niha ji aliyê heman ferasetê ve hatin organîzekirin, mirov dikare bi rêz bike. Yên ku komployan organîze dikin vê yekê wekî hunereke desthilatê ya bi hostatî ya desthilatdariyê dinirxînin. Bi gotineke din komplo, amûr û ruhê herî girîng ê hunera desthilatdariyê ye. Ji bo kurdan ev huner diviyabû bi awayekî hişk li ser bingehê komployê bihata meşandin. Pêkanîna komployê, bi awayekî eşkere wê bûbûya sedem ku zarokê di çîrokê de bigota, 'Dayê binêre, qral tazî ye.' Hêza desthilatdar a ku hedefa wê pêkanînên qirkirinê ye, ji bilî komployê û zîhniyeta ku wê bi rê ve dibe, tu amûrek wê nîn e. Tişta ku li vir girîng e, bi awayekî rast naskirin û pênasekirina hêzên tevlî komployê bûne." 
 
HÊZÊN DI KOMPLOYÊ DE
 
Rêberê PKK'ê bal dikişîne ser hebûna hêzên nakok ên di komployê de û ji DYA heta Federasyona Rûsyayê, ji YE'yê heta Yekîtiya Ereban, ji Tirkiyeyê heta Yewnanîstanê û ji Kenyayê heta Tacîkistanê li se rhebûna van hêzên binakok disekine û dibêje: "Ya ku Tirk û Yewnanên dijminatiya sedsalî dikirin çio bû? Çima li pişt min tifaqên wisa bêprensîb an jî îtîfaqên berjewendiyê çêdibûn"  Abdullah Ocalan diyar dike ku di vê demê de hêza herî bi tecrûbe Îngîltere bûye û wiha dibêje: “Ji bo ez li Ewropayê siyasetê nekim, ewilî vê hêzê sinyal da. Çawa ez derketim Ewropayê, wê tavilê ez wekî 'persona non grata', yanî 'kesê nayê xwestin' îlan kirim. Ev ne gaveke hêsan bû, yek ji wan gavan bû ku encam ji berê ve diyar bû. Îcar helwesteke wisa çima ne ji bo Xumeynî û ne jî ji bo Lenîn, lê ji bo min hat kirin? Bi kurtasî ez li ber planên wan ên hegemonîk ên dusedsalî yên li ser Rojhilata Navîn, bi taybetî ji ber siyaseta wan a li Kurdistan (ji ber polîtîkaya 'Kerkûk-Mûsilê bide, qir bike kurdên li sînorê xwe) wekî astengiyeke cidî derketibûm holê. Ez li hemberî hemû plan û cîbicîkerên wan wekî xetereyê xuya bûm."
 
NAVENDA TÊKOŞÎNA HEGEMONÎK
 
Rêberê PKK'ê diyar dike ku armanca wî bi eşkerekirina komployê ronîkirina rastiyan e û dibêje: “Di wan rojan de ji bo azadiya Kurdistanê û gelê kurd bigihêjin nasnameya xwe, pêwîstî bi wê yekê heye ku mirov ji heq hemû berjewendiyên lîberal ên rojane, pragmatîzmê û xweperestî derkeve; bi rastgirî û çepgiriyê dest ji jiyana modernîteya kapîtalîst berde an jî li heber vê jiyanê rabe. Ev bivênevê bû û ev yek ferz dikir. Berevajî vê, cîhana wan rojan, cîhana rojên ku lîberalîzma gerdûnî di şerê xwe yê fetha cîhanê de çargazî bû. Salên ku faşîzma lîberal serweriya xwe li cîhanê îlan kiribû. Ji aliyê siyasî ve Rojhilata Navîn di navenda têkoşîna hegemonîk de bû. Têkoşîna li ser Kurdistanê, ji hêla hêzên hegemonîk ve di rola mifteyê de bû. Helwesta PKK'ê ya bîrdozî û siyasî, bi eşkereyî bi hesabên hegemonîk re li hev nedikir. Ji ber vê yekê tasfiyekirina min dihat wateya rêvekirina li ber van hesaban.”
 
GUHERÎNEKE BINGEHÎN
 
Abdullah Ocalan tîne ziman ku ev hemû hesabên dîrokî di şexsê wî de di çerxa Îmraliyê de hatine jiyîn û dibêje: “Ji bo analîzkirina pêvajoya Îmraliyê, diviyabû ez xwedî hişmendiyeke ku karibim nakokiyên berjewendiyên heyî yên xwedî bingeheke dîrokî nas bikim. Yek ji mijarên ku divê di hesabên komployê yên pergala hegemonîk de li ber çavan bê girtin ew bû ku ji bo polîtîkayên 'perçe bike û bi rê ve bibe' yên li ser herêmê ku di van du sedsalên dawî de bi hostatî hatine plankirin û meşandin, ji bo berjewendiya van hêzan neyê bikaranîn, bi taybetî jî di şerê tirk-kurd de, ku armanca wê kûrkirina wê bû. Ermenî, yewnan, etnîkên li Balkanan, ereb, asûrî, tirk û kurd ku bûne amûrê van polîtîkayan, pir winda kirin. Hin ji wan welat û mîrateya xwe ya çandî ya bi hezaran salan winda kirin, heta ji civakeke neteweyî hatin dûrxistin. Her wiha gelek hêz ji ber serpêhatiyên xwe yên bi tirkan re li dijî kurdan hêrs bûn. Ev yekîtiya ku ji Şerê Malazgirdê heta niha her tim girîngiya xwe ya stratejîk parastiye, bi polîtîkaya înkar û îmhayê ya bi taybetî ji sala 1925’an û vir ve hatiye meşandin, têk çû. Dema ku pêvajoya înkar û tasfiyekirina vê hêmana bingehîn a Komarê bi kûrahî hat lêkolînkirin û bi felsefeya dîrokê hat şîrovekirin, derket holê ku di esasê xwe de ev yekîtiya stratejîk hatiye armanckirin. Îngilîz û zora li ser Mustafa Kemal a dûvikên wan ên hundirîn, gava herî girîng a komployê bûn. Di diyardeya rêveberiya tirk a kevneşopî de, dijminatiya li hember kurdan û asîmîlasyonîzm tune bû. Ev dijminatî ji bo armancên taybet hat pêşxistin. Pêvajoyên serhildanê û rûdanên piştî wê vê rastiyê piştrast kirin. Ev rewşa ku li Îmraliyê bala min kişand û ez hîn zêdetir li ser sekinîm, di felsefeya min a siyasî de bû sedema veguhertineke radîkal."
 
ARMANC: AFIRANDINA DUBENDIYEKE ÎSRAÎL-FILISTÎNÊ
 
Abdullah Ocalan bal dikişîne ku komploya navdewletî ne tenê li hemberî kurdan, li hemberî tirkan jî hatiye kirin û armanca sereke ew e ku bingeha şerê ku dê sedsaleke din bidome, bêtir kûr bibe û dibêje: "Ev komploya anîn serê min, ji bo vê neyta wan firsendeke îdeal pêşkeş kiribû. Dê bixwestena heya dawiyê bi kar bînin. Hûrbûna li ser tersa wê ne pêkan bû. Ji ber ku ger bixwestana, dikaribûn di vî warî de tevkariyeke erênî berpêş bikirana. Lê wan her tim meseleyê ber bi kendêl ve dibir û ji dêvla çareserkirina pirsgirkê, wê vediguherandin girêkoyekê. Dixwestin dubendiyek tîpîk a Îsraîlî-Fîlistînî biafirînin. Çawa ku dubendiya Îsraîl-Fîlistîn sedsalekê xizmeta hegemonyaya Rojavayê li Rojhilata Navîn kir, dubendiya Tirk-Kurd a mezintir jî dikaribû bi kêmanî sedsaleke din xizmeta armancên hegemonîk bike. Bi heman armancê di sedsala 19'an de li herêmê gelek pirsgirêkên etnîkî û mezhebî hatin çêkirin û bê çareserî hatin hiştin. Rastiya Îmraliyê di vî warî de zanîna min a xav hîn zêdetir kir. Lê pirsgirêka herî girîng a li pêşiya min ew bû ku ez vê bi elîta desthilatdar a Tirkiyeyê bidim fêmkirin."
 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di berdewamê de destnîşan dike ku pêvajoya Îmraliyê wekî platformeke îdeal a ji bo têkbirina vê lîstikê nirxandiye û dibêje: “Min bingeha xwe ya teorîk a ji bo vê yekê pêwîst, xurt kir. Min ji bo şert û mercên aştî û çareseriya siyasî hemû argumanên felsefî û pratîk pêş xistin. Ez li ser reseniya çareseriya siyasî ya demokratîk hûr bûm. Ev xebatên zehmet û ji bo wan sebr diviyabû, dikaribûn çerxên komployê bişikînin û alternatîfên çareseriyê pêşkêş bikirana. Di vî warî de ji xeynî xwebaweriyê tu çareyeke min a din tune bû. A rast, niyeta kesên beşdarî pêvajoya komployê bûn cuda bû. Xwestin bi rêya min dawiya PKK û Tevgera Azadiyê misoger bikin. Pratîkên girtîgehê, hemû nêzîkatiyên DMME û YE’yê bi vê armanca sereke ve girêdayî bûn. Armanca wan ew bû ku Tevgera Kurd ji min xalî bikin. Dixwestin guhertoyeke modern a hevkarîparêz a kevneşopî ya xesandî û di xizmeta efendiyan de çêbikin. Bi taybetî jî lêkolînên demdirêj ên DYA û YE’yê di vî warî de bûn.
 
Bi kurtasî ev modela xesandinê ya ku bi taybetî hegemonyaya îngilîz pêşî ew li ser tevgera çîna karkeran û paşê li ser tevgerên rizgariya neteweyî yên şoreger pêk anî, bi rêbaza mafên mirovan ên lîberal û azadiyan bi ser ketibû. Wan rêber û rêxistinên şoreşger tasfiye kirin. Rêbazên tasfiyeyê yên bi sed salan ên bi vî rengî li ser PKK'ê û tevgera şoreşgerî, tevgera azadiya kolektîg û wekheviyê jî dihatin meşandin. Encama sereke ya ku ji pêvajoya Îmraliyê dihat hêvîkirin ev bû; plana ku li ser gelek xebat hatibû kirin û dixwestin bi hostatî pêk bê, ev bû. Di çarçoveya vê planê de stratejî û taktîk hatin pêşxistin. Parastina ku min li hemberî van pêş xist, ne li gorî helwesta dogmatîk a ortodoks a klasîk bû û ne jî li ser rizgarkirina xwe û başkirina şert û mercên xwe bû. Tişta ku rê li ber parastina min xist, aştiya bi rûmet û çareseriya demokratîk a bi rêgez bû ku li gorî rastiya dîrokî û civakî ya gelan bû."
 
MA / Ozgur Paksoy