NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kir ku li hemberî hesabên li dijî Rojhilata Navîn weke “gef” dihat dîtin lewma hedef hatiye girtin û got: “Berxwedana gelê me komplo vala derxist. Armanca esasî tunekirina min bû. Ji bo vala derxînim min hewl da bijîm. Bingeha sekna min a li dijî mercên li Îmraliyê ev e.”
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi hevkariya hêzên kûrewî yên DYA’yê serkêşiya wê dikir, di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê hate derxistin. Armanca komploya navneteweyî ew bû ku Abdullah Ocalan were “îmhakirin” û tevgera PKK’ê were “tesfiyekirin.” Lê belê plana “îmha û tesfiyeyê” bi ser neket. Abdullah Ocalan, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd berê xwe da Ewropayê û bi gotina wî; “kesê nedihat xwestin” hate îlankirin. Hewldanên çareseriyê yên Abdullah Ocalan nehatin bersivandin û di 15’ê sibata 1999’an de anîn Tirkiyeyê.
Abdullah Ocalan, di nirxandinên xwe yên piştî anîn Tirkiyeyê de têkildarî komploya li dijî xwe nirxandinên balkêş kir. Abdullah Ocalan, komploya ku gelek dewlet tê de cih digirt weke “Operasyona NATO-Gladio”, “Destpêka Şerê 3’yemîn ê Cîhanê”, “Mezintirîn komploya sedsala 21’emîn” û “Gava ewil a mudaxilekirina Rojhilata Navîn” nirxand.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, nirxandina herî berfireh a têkildarî komployê jî di pirtûka xwe ya “Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk” de vegot ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê nivîsandibû.
NIRXANDINÊN OCALAN ÊN TÊKILDARÎ KOMPLOYÊ
Abdullah Ocalan, di pirtûka xwe de anî ziman ku pêvajoya operasyona li dijî wî bi berpirsyartiya siyasî ya DYA û YE’yê hatiye kirin û ji hêla “NATO-Gladio”yê ve hatiye meşandin. Abdullah Ocalan, anî ziman ku felsefe û zîhniyeta polîtîk a li pişt komployê gelek girîng e û wiha got: “Min behsa komployan kir ku di her serdemê de hîmê bingehîn e. Ji van tenê yên li dijî kurdan mirova dikare bibêje komploya Alayên Hemîdiyeyê, di sala 1914’an de ya Mele Selîm a li Bedlîsê, di 1925’ê de Şêx Seîd, di 1930’an de ya Agiriyê û di ya 1937’an de ya Dêrsimê, di 1959’ê de doza 49’an û di 1960’an de doza 400’an, kuştina Faîk Bucak û Saît Kirmizitoprak, her wiha ji roja pêvajoya îdeolojîk a ewil a PKK’ê heta niha bi sedan komployên ji hêla heman zîhniyetê ve hatine kirin dikarin bên rêzkirin. Yên ku komplo pêk anîn, vê yekê weke hunera îktîdarê ya bi pisporî hatiye cîbicîkirin dihesibînin. Anku komplo, amûra herî girîng û ruhê hunera îktîdarê ye. Diviyabû ev huner li dijî kurdan teqez li ser bingeha komployê bihata cîbicîkirin. Heke komplo bi awayekî eşkere bihata meşandin, dê rewşeke mîna zarok di çîrokê de dibêje ‘Dayê lê binêr, qral tazî ye’ derbixista holê. Di destê îktîdareke ku bi sepanên xwe qirkirinê armanc dike de ji bilî komployê tu amûr nînin û zîhniyeteke ku vê araste bike tune ye. Li vir a girîng ew e ku hêzên tev li komployê bûn rast bên naskirin û pênasekirin.”
'DIJMINÊN QEDÎM BÛN YEK’
Abdullah Ocalan, bi domdarî balê dikişîne ser têkiliya di navbera hêzên beşdarî komployê bûn û wiha dibêje: “Ji DYA’yê heta Federasyona Rûsyayê, ji YE’yê heta Yekitiya Ereban, ji Tirkiyeyê heta Yewnanistanê, ji Kenyayê heta Tacikistanê, tevek jî tev li komployê bûbûn. Gelo tişta ku dijminên qedîm anku tirk û yewnan kirin yek çi bû? Çima li ser pişta min tifaqên wiha bêrêgez an jî yekitiyên berjewendiyan dihatin avakirin? Di heman demê de hejmara çepgirên tirk û kurd û nokerên neteweyî bi qasî ku neyên hejmartir pir bûn. Dê bibêjî qey dinyaya fermî di şexsê min de hevrikê xwe yê herî xetere dorpêç kiribû. Heta di nava PKK’ê de jî hejmareke zêde ya kesên ku weke ji bo wan rojên îqbalê hatibin û êdî çawa bixwazin bikarin wisa bijîn û bi vê hêviyê keyfxweş dibûn hebûn. Bêguman hêj di serî de û dema mirov bi çavdêriyeke berfireh lê dinêre, dibîne ku ev kes ji wan derdoran bûn ên li pey berjewendiyên lîberal ên modernîteya kapîtalîst baz didan. Ez ji bo zîhniyeta faşîst a lîberal û berjewendiyên piraniya wan weke gefek bûm.”
HESABÊN JI BO ROJHILATA NAVÎN DIHATIN KIRIN
Abdullah Ocalan, di pirtûkê de gelek caran balê dikişîne ser rola Ingilistanê ya di komployê de û vê şîroveyê dike: “Di komployê de hêza herî xwedî tecrube Ingilistan bû. Yekemîn hêza ku ji bo ez nekarim li Ewropayê siyasetê bikim dengê xwe derxistî ew bûn. Çawa ku min pêngava xwe avêt Ewropayê, yekser ez weke “Kesê nayê xwestin” ragihandibû. Ev ne gavekî hêsan bû. Yek ji wan gavan bû ku encam hêj ji zû ve diyar dikir. Baş e ev helwesta ku li hemberî Xumeynî, Lenîn nehatibû nîşandan çima li hemberî min hatibû raberkirin? Bi kurtasî, li hemberî hesabên du sed sal bûn ji bo Rojhilata Navîn dihatin kirin, bi taybet jî ji ber polîtîkaya li hemberî Kurdistanê (bi kurtasî Mûsil û Kerkûkê bide, tune bike kurdên li ser sînorên xwe) ez weke astengiyeke mezin derketibûm holê. Li hemberî hemû planên wan û yên ew plan bi cih di anîn bûbûm xetereyek.”
Her wiha Abdullah Ocalan dibêje ku yek ji hedefên din ên ji komployê jî Projeya Rojhilata Navîn a Mezin (BOP) bû û wiha derbirî: “Ji bo vê, geşedanên li Kurdistanê diyarker bûn. Bêbandorkirina min a teqez, qet nebe pêdiviyeke konjonkturê bû. Tesfiyekirina min, ji bo polîtîkayên kûrewî yên wê demê guncav bû. Rûsyayê krîzeke aboriyê ya pir girîng dijiya û tavilê pêdiviya wê bi krediyê hebû. Heke ji derdê heyî re bibe derman, wê demê ma dê çima hem di komploya li dijî min de cih bigirta û hem jî ji bo rola xwe nelîze nemîne.”
HESABÊN LI SER KURDISTANÊ
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar dike ku hesabên li dijî Kurdistanê jî bandoreke mezin li ser komployê dike. Ocalan, wiha balê dikişîne ser wan xalan: “Dema ez van dibêjim, bawerim rastiyê bêhtir şênber dikim. Di wan rojan de parastina azadiya Kurdistanê û daxwazkirina nasnameya gelê kurd, dihat wê wateyê ku diviyabû te hemû berjewendiyên rojane yên lîberal, pragmatîzm û ezezîtî dabûya aliyekî; ji hêla rast û çep ve diviyabû te dev ji jiyana modernîteya kapîtalîst berdabûya yan jî ferz dikir ku tu li hemberî vê jiyanê bisekiniya û ev yek li te ferz dikir. Berevajî vê, ew serdem serdemeke wisa bû ku lîberalîzma kûrewî di rojên xwe yên herî baş de bû û dixwest dinyayê feth bike. Ew sal bûn ku faşîzma lîberal li seranserî cîhanê serdestiya xwe radigihand. Ji hêla polîtîk ve jî, Rojhilata Navîn bûbû navenda têkoşîna hegemonîk. Têkoşîna li ser Kurdistanê, ji hêla hesabên hegemonîk ve xwedî roleke diyarker bû. Sekna PKK’ê yê îdeolojîk û polîtîk li dijî van hesabên hegemonîk dima. Lewma jî tesfiyekirina min dê bihata wateya vekirina pêşiya van hesaban.”
‘KOMPLO LI DIJÎ TIRKAN JÎ HATE KIRIN’
Abdullah Ocalan, di nirxandineke xwe ya din de jî ev tespît dikir; “Komploya di şexsê min de ne tenê li dijî kurdan, li dijî tirkan jî hate kirin.” Di berfirehiya nirxandina xwe de Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Awayê teslîmkirina min û inyeta kesên di vê de rol lîstin ne bidawîkirina ‘terorê’ û çareserî bû. Armanc ew bû ku neçareseriya heyî sedsaleke din jî bidin domandin. Komploya li hemberî min, ji bo van inyetên wan firsendeke mezin afirandibû. Dê bixwestina vê firsendê heta dawiyê bi kar bînin. Jixwe ne pêkan bû mirov berevajiya vê bifikire. Ji ber ku heke bixwestina dikariyan bandoreke pir erênî li geşedanên di vê çarçoveyê de bikirana. Lê her tim rewşa heyî aloztir dikirin û li şûna pirsgirêkê çareser bikin, hêj bêhtir kûr dikirin. Dixwestin aloziyeke mîna Îsraîl-Filistînê ava bikin. Çawa ku aloziya di navbera Îsraîl-Filistînê de ev zêdetirî sed sal in didome û xizmet ji hegemonyaya Rojava ya li Rojhilata Navîn kiribe, dixwestin ji wê pir mezintir li ser aloziya di navbera kurd-tirkan de çêbikin da ku sed salan xizmetê ji hesabên hegemonan re bike. Jixwe di bingeha pêşxistina gelek pirsgirêkên etnîkî û mezhebî yên di sedsala 19’emîn de jî ev yek armanc kiribûn. Rastiya li Îmraliyê, zanînên min ên xam ên di vê mijarê de hîn bêhtir pêşxistin. Lê belê pirsgirêka herî girîng a li pêşiya min disekine ew bû ku vê rastiyê bi rêveberên tirk bidin fêmkirin.
Anku diviyabû min bikariya bi wan dabûya fêmkirin ku komplo ji şexsê min û li dijî kurdan zêdetir, li dijî tirkan hatiye kirin û ev mijar bûbû mezintirîn pirsgirêka min. Min gelek caran ev yek ji kesên rapirsîna min dikirin re digot. Lê wan xwe di nava hesta serkeftinê de winda kiribûn. Dema di sala 2005’an de ferq kirin ku nasnameya kurd û tevgera azadiyê ji demên berê bêhtir zindî ye, wê demê jî ev helwesta xwe domandin. Dema ez bêhtir li ser mijarê hûr û kûr bûm, min hêmayên komployê yên di serdema Meşrutiyet û Komarê de bêhtir nas kirin. Min ferq kir ku bûyera jê re dibiêjin serbixwebûna tirkan, bendîbûna herî xerab e. Bendîbûna tirkan, bîrdozî û polîtîk bû. Neteweperestî û neteweperweriya dihat avakirin bi eslê xwe ji biyaniyan hatibû girtin û min ferq dikir ku pir kêm eleqeya wê bi hêmaya civakî ya tirk û dîroka wan re heye. Hêzên hegemonîk baş di ferqê de bûn bê ka rêveberên tirk di mijara îktîdarê de çiqas çavbirçî ne û wan jî ev yek bi kar di anîn. Serdestiya bêsînor a li ser kurdan dimeşandin, ji ber heman çavbirçîtiya îktîdarê ye. Ev serdestî di heman demê de dihat wateya mehkûmbûnê. Serdestiya wan dihat birêvebirin, bingeheke îdeolojîk tune bû û rêbaza ‘serdestî her tişt e, îdeolojî tu tiştek nîne’ di meriyetê de bû.”
KÛRKIRINA TÊKILIYÊN TIRK-KURD
Hêzên hegomonîk ji bo têkiliyên tirk-kurd xera bibin her rêbazî xistin dewrê. Tişta ku anîn serê min tê wateya ev rêbaz piştrast bibe. Hem nêzîkatiyên Konseya Yekitiya Ewropayê û hem jî biryarên DMME’yê tam jî xizmeta vê polîtîkayê dikir. Di her du terefan de jî mantiqa girêdanek xwe ya bê dawî bû. Armanc ne edalet û çareserî bû. Min parastinên xwe bêtirîn li ser teşhîrkirina vî mantiqî li pêş xist. Bi awayek ku li tu welatê NATO’yê nehatiye dîtin, xwestin rêxistinbûy3ina Gladio li ser serê dewletê bidin rûniştandin, bi niyeta baş û ewlehiyê nayê ravekirin. Benên wan di destên wan de bûn. Ji bo welat li gorî dilê xwe bi rê ve bibe, hêzên hegomonîk çavê xwe ji Gladioyaya Tirkiyeyê re girtibûn.
Dema ku Gladio ji nêz ve bi tevayî were lêkolînkirin û felsefeya wê were eşkere kirin, dê were dîtin ku armanc ew bû ku di rêyeke herî kin de welat dagir bike, di nav gelê xwe de parçe bike û bibe sedema nakokiyan. Bi taybetî jî di berfirehbûna xwe ya li Rojhilata Navîn de, ev rastî bi pêkanînên gelek caran xwe derxist holê. Ji bo rêvebirina gelan amûra herî bi bandor bû. Hem gelê xwe li dijî dewletê derxistin, hem jî li hev kirin zilm û zordarî, bi vê rêbazê yên ku xeter didîtin ji holê rakirin. Ev diyarde di rastiya rêveberiya Tirkiyeyê ya 60 salên dawî de gelekî balkêş bû. Welat bi rastî bû laboratuarek pevçûnên Gladio. Tenê nakokiyên ji Gladioyê yên ku di hemû qonaxên girîng ên dîroka PKK’ê de rû dane, têrê dike ku dawî li dostaniya kevneşopî ya bi sedsalan a di navbera dewlet û gelan de bîne.
PÊVAJOYA ÎMRALIYÊ
Min pêvajoya Îmraliyê ji bo têkbirina vê lîstikê weke platformeke îdeal nirxand. Min bingeha xwe ya teorîk a ji bo vê yekê pêwîst, xurt kir. Min ji bo şert û mercên aştî û çareseriya siyasî hemû argumanên felsefîk û pratîk pêşxist. Min bal kişand ser reseniya çareseriya siyasî ya demokratîk. Van lêkolînên ku dijwar bûn û sebir jê re lazim bûn, dikarin çerxên qirêj ên komployê bişkînin û çareseriyên alternatîf pêş bixin. Di vê mijarê de ji bilî baweriya min pê ve tu çareya min nemabû. Di rastiyê de niyeta kesên ku beşdarî pêvajoya komployê bûne cuda bû. Xwestin bi rêya min dawiya PKK û Tevgera Azadiyê misoger bikin. Pratîkên girtîgehê, hemû nêzîkatiyên DMME û YE’yê bi vê armanca sereke ve girêdayî bûn. Armanca wan ew bû ku Tevgera Kurd ji min dûr bikin û paqij bikin. Mebest ew bû ku versiyonek nûjen a hevkarparêziya kevneşopî biafirîne, ku mirovên kastkirî di xizmeta efendiyên xwe de bin. Bi taybetî lêkolînên demdirêj ên DYA û YE’yê di vî alî de bûn. Li ser vê bingehê ji îtîfaqên bi desthilatdariya Tirk re vekirî bûn.
PARASTINA MIN BÛ RÊYA ÇARESERIYÊ
Bi kurtasî ev modela ku ji aliyê hegemonîzma Îngîlîz ve di serî de di tevgera çîna karkeran de, piştre jî di nava tevgerên rizgariya neteweyî û tevgerên şoreşger-demokratîk de bi awayekî serketî hat bicihanîn, bi rêbaza maf û azadiya mirovan a azadîxwaz serkeftî bû. Wan rêber û rêxistinên şoreşger tasfiye kirin. Rêbazên tasfiyeyê yên bi sed salan ên bi vî rengî li ser PKK'ê û tevgera şoreşgerî, kolektîf a azadî û wekheviyê jî dihatin meşandin. Encama sereke ya ku ji pêvajoya Îmraliyê dihat hêvîkirin ev bû; Ev plana ku li ser gelek xebat hatibû kirin û dixwestin bi hostetî pêk were ev bû. Di çarçoveya vê planê de stratejî û taktîk hatin pêşxistin. Parastina ku min li dijî van pêşxist, ne li gorî helwesta dogmatîk a ortodoks a klasîk bû û ne jî li ser rizgarkirina xwe û başkirina şert û mercên xwe bû. Tişta ku alî da parastina min, aştiya bi rûmet û çareseriya demokratîk a bi prensîb û li gorî rastiya dîrokî û civakî ya gelan bû.”
'DIVÊ EV LÎSTIK WERE XERAKIRIN’
Abdullah Ocalan ji bilî pirtûka ku nivîsandiye, di hevdîtinên xwe yên bi parêzerê xwe re gelek caran komploya li dijî xwe ji kûr ve nirxand. Ocalan di hevdîtina 15'ê mijdara 2000’î de bal kişand ser vê yekê ku bi hatina wî ya Girava Îmraliyê re li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû destpê kiriye û ev komplo weke "Komploya sedsala 21'an" bi nav kir.
Abdullah Ocalan di hevdîtina parêzeran a 16'ê Gulana 2001'an de gotibû: "Ez girtiyê komployê me, ne yê Tirkiyeyê. Em ê ji Ewropayê re bêjin 'Te ne hiqûq, komkujî û komploya du sed salî ferz kiriye’. Şahidên me hene. Yên ku balafirê birin û anîn, yên li salona VIP’ê hatin derbaskirin tên veşartin. Çawa ez ji Îtalyayê hatim derxistin û ji bo Almanya min negire çi hatin kirin tên veşartin. Hewl didin Tirkiyeyê mehkûm bikin. Naxêr hêza ku herî zêde bê mehkûmkirin, Ewropa ye. Min ji vê re gotibû şano, senaryoyê kesek din nivîsand, li Îmraliyê hat lîstin. Divê ev lîstik were xerakirin.”
‘MIN KOMPLOYÊ PÛÇ KIR’
Rêberê PKK'ê Ocalan di hevdîtina parêzerên xwe ya 4'ê Tîrmeha 2001'an de bal kişand ser vê yekê ku armanca komployê "tinekirina PKK'ê û Kurdan e” û wiha gotibû: “Komplo li ser mirina min pêk hat. Min bi jiyankirinê komplo pûç kir. Aliyên komployê yên navneteweyî hene. Divê rola DYA û Îngilistanê bê fêmkirin. Mîlosevîç dibêje, 'Tişta ku li Yugoslavyayê qewimî plana Îngilîzan e’. Vê bi baldarî temaşe bikin, ev yek dişibe tişta ku anîne serê min. Dîrokê bi baldarî bixwînin. Lê em ê dev ji rûmeta mirovahiyê ya bingehîn bernedin. Helbet em ê heta dawiyê şerê nasnameya xwe bidomînin.”
‘AN ŞER AN JÎ ÇARESERIYA DEMOKRATÎK’
Ocalan di hevdîtina li gel parêzerên a 27’ê Sibata 2002’an de ev nirxandin kiribû: “Heke komplo weke ku dihat dixwestin pêk bihata, ev dihat wateya ku Anatolya wê di nava xwînê de bûya. Kes li ser vê nafikire. Ji siyasetê nexweş in. Tîma Tansû Çîller tîmeke çeteyan e. Tiştê ku ez zindî hiştim rawestandina vê dînbûnê bû. Gotûbêjên darvekirinê yên li ser min tên kirin lîstikeke siyasî ye. Di pêvajoya komployê de DYA û Yewnanistanê dîsa bi ser min re digotin ‘divê bi hev re şer bikin û hev qetil bikin’. Ma em bi ketina vê xefikê dev ji rûmet û azadiya xwe berdin? Ji bo têkbirina van lîstikan em ê zorê bidin avakirina zemîna demokratîk. Rêyeke din nîne. Ev pirsgirêk an bi şer kûr bibe an jî bi aştiyê wê çareseriya demokratîk pêş bikeve."
NIRXANDINA SALVEGERA 12’EMÎN
Ocalan di 20'ê Çileya 2010'an de li gel hevdîtina bi parêzerên xwe re ev tişt anîbû ziman: "Her ku em dikevin salvegera 12'an a komployê, ez dikarim van tiştan bibêjim. Çawa ku di salên 1920'an de beriya wê di salên 1915’an de pêşî piştgirî dan Ermeniyan û dû re bûn sedema tasfiyekirina wan a bi temamî ji Anatolyayê, çawa ku pêşî piştgirî dan Yewnaniyan û piştre bi tevahî ji Anatolyayê hatin derxistin, ev rastî jî armanca dawî ya komploya 15'ê Sibata 1999'an bû û piştre komunist û mûxalîfên din bi tevahî hatin derxistin. Ji ber vê yekê jî Tirkiye xwedî taybetmendiyên dewletên kapîtalîst e. Ev tespît girîng e. Divê çepa Tirkiyeyê jî êdî vê tespîtê bike. Çawa ku bi tasfiyekirina Mustafa Suphî çepê derbe girt û hê jî ev derbe ku çawa didome, qut nîne. Hê jî faîlên rasteqîn ên bûyera Mustafa Suphî nehetine dîtin. Vaye malbatên ku xizmên xwe winda kirine, hatin cem hev. Ez qala ew malbatên ku di doza Hrant Dînk de hatin cem hev dikim.”
Ocalan di hevdîtina 10'ê Sibata 2010'an de nirxandineke din a der barê komployê de kiribû wiha ye: "Ez dikarim van daxuyaniyên 15'ê Sibatê yên ku min hefteya borî di 12'emîn salvegera komployê de dabûn jî zêde bikim. Ji bo hesasiyeta ku gelê me nîşan da, ez spasiya xwe ji gelê me re radigihînim. Berxwedana ku gelê me nîşan da komployê pûç kiriye. Lewma ez dubare spasiya gelê me dikim. Tişta ku bi komployê dihat ferzkirin, îmhakirina min bû. Heke ku ev pêk bihata wê pêvajoyeke aloziyê û pêvajoyek rijandina xwînê dest pê bikira. Ji bo ez li vir komployê pûç bikim, xwe li ser pêya digirim û li ber xwe didim. Berxwedan û helwesta min 11 salan li dijî şertên Îmraliyê esasê wê pûçkirina komployê ye. Ez êdî bi rehetî dikarim viya bêjim; berxwedana bi ezamet a gelê me, xwedî derketina wan kurdan ji talûkeya îmhayê û talûkeya qirkirina siyasî derxistine.”
Sibê: Berxwedana kurdan a li dijî komployê