NAVENDA NÛÇEYAN- Aktîvîsta KJAR'ê Kejal Şêxmohemdî da xuyakirin ku fikra "azadî" ya Abdullah Ocalan ê ku hat xwestin bi komploya navneteweyî bê "tunekirin" ji bo jinên rojhilatî bûye hêz û îlham.
Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de hat destpêkirin û bi radestkirina wî ya ji bo Tirkiyeyê dewam kir, li çar parçeyên Kurdistanê bû sedema hêrseke mezin. Kurdistanî û dostên wan di pêvajoya komployê de li hemû cîhanê kolan veguherandin qada çalakiyê. Yek ji cihên ku di pêvajoya komployê de bertek lê zêde bûn bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bûn.
Dema ku Abdullah Ocalan li Ewropayê hewl dida pirsgirêka kurd li ser bingeheke demokratîk çareser bike (21'ê Mijdara 1998'an), Serokê Partiya Neteweyî ya Îranê û Wezîrê Karên Hundir ê berê Dariûş Forûhar û hevjîna wî Pervaneh Eskenderî li Tehranê di mala xwe de bi kêran hatin qetilkirin. Dostê kurdan Forouhar beriya bê kuştin bi çend rojan, ji bo "Îtalya mafê hêwirandinê bide Abdullah Ocalan" xwest li ber Sefaretxaneya Roma ya li Tehranê mîtîngekê birêxistin bike û ji bo vê li Wezareta Karên Hundir dabû. Kiryar nehatin dîtin, lê piştî bi salan nûçeya ku îstîxbarata Îranê bi hevkariya MÎT'ê Forouhar û hevjîna wî kuştiye, ji aliyê BBC'ya Farisî ve hat belavkirin.
ÇALAKIYÊN LI ROJHILATÊ
Piştî Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin, gelê Rojhilat li Herêma Kurdistanê bi taybet li Tehran, Selmas, Mehabad, Kirmanşan, Îlam, Urmiye, Makû, Seqiz, Merîwan, Bukan, Kamiyaran, Pîranşehr, Serdeşt û li herêmên din çalakî pêk anîn. Li Rojhilatê Kurdistanê qedexeya derketina derve hat ragihandin û li Kirmanşan, Urmiye û Selmasê 6 kes hatin qetilkirin. Bi milyonan kes di 18’ê Sibatê de li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Tehranê kom bûn û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin.
Di 18’ê Sibatê de li Zanîngeha Kurdistanê ya Senendajê ji aliyê xwendekar û mamosteyan ve çalakî hatin lidarxistin. Di xwepêşandanên ku bi piştgiriya gel mezin bûn de xwendekar û hîndekar rastî lêdan û binçavkirinan hatin û nêzî 900 xwendekar hatin girtin. Meşa ku hatibû plankirin di 22’yê Sibatê de li bajarê Sine bi pêşengiya xwendekaran were lidarxistin, beriya destpêkirina meşê bi çend saetan hat qedexekirin. Wê demê Walî Abdullah Remzanzade ferman da ku gule li meşvanan were reşandin û herî kêm 20 çalakvan hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn. Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan nehat hiştin merasîma cenaze jî bê lidarxistin, lê xwepêşandan û êrişên kontra yên rejîmê mehekê dom kirin.
BERXWEDANA 'JIN, JIYAN, AZADÎ'
Li bajarên Îran û Rojhilatê ên ku di pêvajoya komployê de bertek lê zêde bûn, di orta sala 2022’yan de dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” ku li ser esasê paradîgmaya “Azadiya Jinê” ya Abdullah Ocalan hatibû avakirin, bilind bû.
Jina kurd Jîna Emînî di 13’ê Îlona 2022’yan de li paytexta Îranê Tehranê ji aliyê dewriyeyên Îrşad ve bi hinceta “Li gorî rêgezan çarşefê tevngeriyaye" hat binçavkirin û di encama tundiya polîsan de jiyana xwe ji dest da. Piştî qetilkirina Emînî cara ewil jin û mêr bi hev re daketin qadan û dest bi çalakiyên girseyî kirin.
Xwepêşandanên ku di 17’ê Îlonê de piştî merasîma cenazeyê Emînî li bajarê wê Seqizê dest pê kirin, ji nişka ve li welêt belav bûn û veguherîn berxwedana li dijî rejîmê. Di xwepêşandanên ku 8 mehan dom kirin û li zêdetirî 100 bajaran belav bûn de herî kêm 551 kes ji aliyê leşker û polîsên rejîmê ve hatin qetilkirin.
Di çalakiyê de dirûşmeya sereke "Jin, jiyan, azadî" bû. Ev dirûşme ji Îran û Rojhilatê li hemû cîhanê belav bû.
Di salvegera komploya navneteweyî de, aktivîsta Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Kejal Şêxmohemdî ji ajansa me re axivî.
HER ÇÛ TÊKOŞÎN XURTTIR BÛ
Şêxmohemdî da zanîn ku komplo di şexsê Abdullah Ocalan de li dijî hemû gelê kurd hatiye kirin û got: “Her çendî ku dewletan hewl da daxwazên gelê kurd bitepisînin jî, bi çalakiyan re rû bi rû man. Li dijî komployê gelek jin pêşengiya çalakiyan kirin û çalakiyên fedaî pêk anîn. Kurdên ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn bûn hedefa netew-dewletan, têkoşîna xwe berdewam kirin. Em dikarin bêjin ku bi taybetî şoreşa Rojava û xwerêveberiya Bakurê Kurdistanê gelê kurd ji cîhanê re kiriye model. Li hemberî êrişên netew-dewletan gelê kurd nîşan da ku her demê û li her cihî wê parastina nasnameya xwe bike û roj bi roj têkoşîna wan mezin bûye."
PÊŞENGIYA JINAN
Şêxmohemdî bi bîr xist ku di nava 100 sedsalên dawî de li Îranê gelek serhildan çêbûne û got: “Bi deh hezaran kes ji bo jiyana azad canê xwe feda kirin, lê nekarîn bigihêjin armancên xwe. Ji ber ku serhildan bi nêzîkatiyeke otorîter û baviksalarî hatin kirin. Eşkere bû ku ev zîhniyet wê azadî û wekheviyê neyne. Heta ku ev zîhniyet bi ser nekeve ne jin û ne jî civak nikare azad bibe." Şêxmohemdî anî ziman ku jin li dijî vê zîhniyetê têdikoşin û got ku ji bo hesabê Jîna Emînî ya ji ber ku hat qetilkirin bê pirsîn gel daketine kolanan. Şêxmohemdî got: “Di roja duyemîn a qetilkirina Emînî de serhildan bi pêşengiya jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê belav bû. Jinên Bakur, Başûr, Rojava û Ewropayê destek dan serhildanê. Jin bi vê helwesta xwe ji rêxistinên klasîk ên rast û çep wêdetir çûn. Ji ber vê yekê jinên ku bi salan pêşengiyê dikin her carê bi hêztir vedigerin."
‘FELSEFEYA RÊBER APO HÊZÊ DIDE'
Şêxmohemdî diyar kir ku gelê Rojhilat û Îranê di bin bandora hêzên jin ên çekdar de mane û got: “Çawa ku jinên Rojhilat hêz û biryardariya xwe ji felsefe û ramana Rêber Apo girtin, jinên ji neteweyên din ên cîhanê jî bi bandor bûn ji vê felsefeyê û perwerde dîtîn. Hema bêje dirûşmeya sereke ya hemû jinan ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bû."
TECRÎDA ÎMRALIYÊ
Şêxmohemdî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wekî “neexlaqî û neqanûnî” bi nav kir û got: “Rejîma tirk bi salane bi hemû rêgezên hiqûqa navneteweyî tune dihesibîne û nahêle hevdîtin Rêber Apo re bên kirin. Helbet ev kiryara rejima tirk dijminatiya hemû gelê kurd e. Di demeke ku Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk hewl da de, rejîma tirk dest bi çalakiyeke bi vî rengî ya hovane (tecrîd) kir."
TÊKOŞÎN LI DIJÎ KONSEPTA TUNEKIRINÊ
Şêxmohemdî bal kişand ser tecrîda Îmraliyê û îsrarkirina neçareserkirinê û got: “Polîtîkaya zilmê ya li ser Rêber Apo tê wateya ragihandina şerê berfireh li tevahiya parçeyê Kurdistanê. Li Bakurê Kurdistanê operasyonên leşkerî berfireh bûn. Bi girtina bi hezaran siyasetmedar û aktîvîstan hewl dan vîna gelê kurd pûç bikin. Hewl hat dayîn ku alozî di navbera partiyên Kurdistanî yên Rojavayê Kurdistanê de çêbibe. Ev rejîm li her derê Kurdistanê li dijî hemû gelê kurd tevdigere. Li Rojhilata Navîn serdemeke dîrokî diqewime. Hewl tê dayîn herêm ji nû ve bê dîzaynkirin. Gelê kurd di vê qonaxa dîrokî ya hestiyar de rastî êrişan hat. Eşkere ye ku gelê kurd wê tu hewldanên dijminatiyê qebûl neke û ji bo bidestxistina azadî û mafên xwe yên rewa heta dawiyê bi israr e. Divê hemû dagirker di serî de rejîma tirk fêm bikin ku gelê kurd bi salane li dijî dagirkerî û tasfiyekirina dijminên xwe têdikoşe û tu carî çarenûsa ferzkirî qebûl nekiriye. Têkoşîna hevpar û berfireh a li dijî înîsiyatîfên cur bi cur ên rejîma tirk, erka bingehîn a hemû aliyên kurd e û ji bo çarenûsa gelê kurd xwedî girîngiyeke stratejîk e. Em careke din soza xwe ya ji bo Rêber Apo û feraseta wî ya îdeolojîk dubare dikin. Em rejîma tirk jî hişyar dikin ku dawî li kiryarên xwe yên dijminane bîne.”
KODÊN DAMEZRÎNER ÊN ÎRANÊ
Şêxmohemdî bal kişand ser wê yekê ku Îran bi 4 kodên bingehîn hebûna xwe didomîne û wiha dewam kir: “Îran yek ji kevintirîn dewlet û împaratoriyên cîhanê ye. Lewma beriya her tiştî dewletê û rêgezên bingehîn ên dewletê diparêze. Yanî bi awayekî herî hovane bingehên dewletê tên parastin. Em dikarin van esasan bi 4 kodan rave bikin. Koda yekem; Koletiya jinan, paşguhkirina vîna wan. Koda duyemîn; kuştina bawerî û çandên azadîxwaz. Koda sêyemîn; Tunekirina gelê kurd. Koda çaremîn ev e; afirandina civakeke îtaetkar û birçî. Fetwaya yekem a rejîma îslamî ew bû ku jin xwe bipêçin. Piştre yek bi yek mafên jinan sînordar kirin. Piştre li dijî bawerî û nasnameyên daxwaza azadiyê komkujî, kuştin û darvekirin dest pê kirin. Fetwaya sêyemîn jî kuştina hemû cangoriyên azadiyê bû. Paşê Xumeynî fermana kuştina hemû siyasetmedar û şoreşgerên zindanan da û yên din jî girtin û kuştin. Kesên ku herî zêde ji vê bandor bûne gelê kurd e. Ji aliyê aborî ve gel birçî man û neçar man ku îtaet bikin.”
Sibe: 'Şoreş berhema Ocalan e'
MA / Berîvan Kûtlû