Çapa 3'yan a pirtûka 'Gotinên Pêşiyan' derket

img
AMED - Çapa 3'yan a pirtûka 'Gotinên Pêşiyan' derket. Di pirtûka ku ji aliyê Abdurrahman Aydogdû ve hatiye amadekirin de, 4 hezar û 500 gotinên pêşiyan hene.
 
Weşanxaneya Na'yê çapa 3'yan a pirtûka 'Gotinên Pêşiyan' çap kir. Pirtûka 'Gotinên Pêşiyan' ji aliyê Abdurrahman Aydogdû ve hatiye amadekirin û ji 200 rûpelî pêk tê. Di pirtûkê de bi giştî 4 hezar û 500 gotinên pêşiyan hene.
 
'GOTINÊN PÊŞIYAN GENCÎNEYEKE KURDAN E'
 
Aydogdû ji bo vê xebata xwe got: "Li gor min gotinên pêşiyan gencîneyeke kurdan e. Naxwazim van gotinên me bi kal û pîrên me re bianx bibin. Loma jî min xebateke bi vî rengî kir. Heger gotinên me yên pêşiyan ango gencîneya me dernekevin li ser rûyê erdê, em jê sûd negirin û pêşkeşî nifşên nû nekin, dê ev xezîneya me jî bi kal û pîrên me re bimirin."