Pirtûkek sûd wergirtinê: Navên Kurdî

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Nivîskar Hem Bozan Qeregeçiya pirtûka “Navên Kurdî” diyarî zarokên Kurdistanê dike û dibêje ew li navekî-ê geriyaye û piştî nav nedîtiye xwe arasteyî vê xebatê kiriye û peyv berhev kiriye.

 
Pirtûka “Navên Kurdî” ya ji aliyê Hem Bozan Qeregeçiya ve hatiye amadekirin hêjayî sûdwergirtinê ye. Di pirtûka ji Weşanên Na derçûye de xwîner û yên meraqa wan ji bo navên kurdî bi zaravayên kurmancî, soranî, zazakî heye dikarin têde bibînin. Pirtûk bi raveya kurdî û tirkî hatiye amadekirin û navên zarokan, paşnav, cih û waran û kargehan lê hatine kirin.
 
Navên lê hatine kirin li gorî alfabeyê hatiye nivîsîn û li miqabilî peyva kurmancî wateya wê ya kurdî û tirkî hatiye nivîsandin û mirovan serewext dike. 
 
DIYARIYE JI BO HEMÛ ZAROKÊN KURDISTANÊ 
 
Nivîskar Bozan Qeregeçiya dibêje “Ez vê pirtûkê diyariya herdû xwişkên xwe ên delal Denîz û Mizgînê dikim. Û diyariya hemû zarokên Kurdistanê dikim. Hêv dikim hemû zarokên Kurdistanê bi zimanên xwe, bi navên xwe û bi xewnên xwe yên kurdî mezin bibin.”
 
LI NAVEKÎ DIGERE NABÎNE Û DIKEVE NAVA VÊ XEBATÊ
 
Qeregeçiya di pêşgotina pirtûkê de jî diyar kiriye ku her tiştek xwedî çîrokek xwe heye û destpêka vê xebata wî jî ew e heft-heşt sal berê ew ji bo hevalekî xwe li pirtûkek navan û wateya wan geriyaye lê pirtûkek nedîtiye. Qeregeçiya dide zanîn ku piştî vê yekê ji xwe re dike armanc kul i ser xebatek bi vî rengî bixebite û her ku ew li serê xebitiye, xebata wî bi pêş ve çûye û xebata wî digihîje goşt û hestî û di encamê de vê pirtûkê derdixe. 
 
‘PAŞNAVÊN ME NE LI GORÎ RASTIYA ZIMAN Û DÎROKA ME NE’ 
 
Qeregeçiya li ser babeta navên zarokan wiha dibêje: “Di lêgerîna ji bo vê xebatê de min dît li hinek herêman tê gotin ‘Guneh e mirov navên ne di Quranê de li zarokên xwe bike.’ Piştî min lêkolîn kir û dît ku ev fikir ji binî ve şaş e. Ev di dema Emewiya de wek fikrek netewperest derketiye, min li gotinên Hz. Muhamed ên li ser navan mêze kir, ne gotiye ilam bira nav di Quranê de hebin an jî bi erebî bin. Tenê gotiye ‘Karê bav û dayikan ew e ku ku wateya nav, gotin û bihîstina wan baş bi zarokên xwe bidin zanîn.’ Li ser paşnavan jî çend tiştan bêjim, paşnavên me jî pirr hatine xerakirin. Ne li ser zimanê me tên ne li dîrok û rastiya me tên.” 
 
Her wiha Qeregeçiya aniye ziman ku wî di vê xebatê de ji navên mîtolojîk, navên keyseran, yên Asûr, Med, Mîttanî, Hurî, Kasît, Ûrartû, Sumeriyan jî sûd wergirtiye. 
 
HEM BOZAN QEREGEÇIYA KÎ YE?
 
Di sala 1983’yan de li gundê Xwazbegê ya girêdayî bajarê Rihayê hatiye dinê. Dibistana sereteyî û lîseyê li bajarê Rihayê dixwîne. Di navbera salên 2013-2015’an de li Zanîngeha Anadoluyê ya Eskîşehîrê programa rêveberiya mehellî beşa sazûman û serkêşiyê kuta dike. Debara xwe bi karkerî û cotkariyê dike. Navên Kurdî pirtûka wî ya ewil e.