Serlêdanên ji bo atolyeya muzîkê ya NÇM'ê didomin

img

STENBOL – Serlêdanên muzîka atolyeyê yên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) didomin. Şagirta NÇM'ê Viyan Arslan a 11 salî got: "Bi saya atolyeyan hem dikarim li tembûrê bixim hem jî bistrêm." 

Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) ku demek berê bi zorê ji avahiya xwe ya li Beyoglû ya Stenbolê hat derxistin, li avahiya xwe ya nû ya li Taksîmê xebatên xwe didomîne. NÇM'ê di 15'ê Îlonê de ji bo atolyeya muzîkê serlêdan dabûn destpêkirin. Serlêdanên atolyeyê wê heya 10 rojên din jî bidomin. Wê li atolyeya muzîkê perwerdehiya tembûr, gîtar, keman, erbane, flut, mey, bilûr, piyano, şan, gîtara basê û klarnetê bê dayîn. 
 
ATOLYEYA MUZÎKÊ YA NÇM'Ê 
 
Hunermend û perwerdekarê tembûrê Engîn Cengîz, anî ziman ku 29 sal in di warê çanda kurdî de dixebitin û got, di vî 29 salî de gelek xebat kirine û di bin banê NÇM'ê de bi hezaran şagirt gihadine. Cengîz got: "Niha em û kursiyerên xwe yên par bi vê atolyeya xwe ya dawî re me dest bis erdemeke têr û tije kiriye. Wê serlêdanên me yên vê atolyeyê 10 rojên din jî bidomin. Çimkî serlêdan çi qas pir bin wê helwesta li dijî asîmlasiyona li dijî çand û muzîka kurdî jî ew qasî xurt be. NÇM'ê bi hezaran xwendekarên xwe her tim li dijî vê asîmlasiyonê rabûye. Gelek hunermendên baş ji NÇM'ê derketin. NÇM, bi tena serê xwe bû dibistanek."
 
Cengîz, destnîşan kir ku tevî kursiyerên xwe yên serî li atolyeyan didin di çarçoveyeke rastiya civakiyî de hunera xwe îcra dikin û got, atolyeyên wan tenê ne di warê muzîkê de ne. Cengîz got: "NÇM, di heman demê de asta çandî ya kesan jî pêş dixe. Dike ku kes bigihê civakê. Xebatên me di vî warî de tên kirin." 
 
Cengîz, anî ziman ku gelek caran jî bi zext û zoriyan re rû bi rû dimînin û got, lê belê bi hunera xwe li ber van zext û zoriyan radibin. Cengîz, destnîşan kir ku pêvajya kapîtal a heyî li ser asasê tunekirina mirov û civakê hatiye avakirin û got: "Ev pêvajo, hewl dide mirov bêçand bimîne. Ji bo qalibê xwe adapte bike, an çanda yên hember diguherîne an jî hewl dide ji dest wan derxîne. Di vir de girîngiya diyardeya çandê jî derdikeve holê. Gava em lê dinêrin, em dibîni  ku mirov çand bixwe ye. Çanda we çi be, hûn jî ew ein. Mirov çi bijî ew e. Lewma ev pêvajo her tim li dijî civaka xwecihî, otantîk û xwezayî ye. Nexasim jî ev êrîş li ser gelê kurd û geln din bi rêbazine cuda tên kirin. Pirî caran bi awayekî çandî û carinan jî bi awayekî fizîkî." 
 
BANGAWAZΠ
 
Herî dawî Cengîz ji bo atolyeyê bang kir: "Xwedîderketina li NÇM'ê, xwedîderketina li xwe ye. NÇM, tenê ne tabelayek e. Dîtinek e, ferasetek e. Em dikarin bi hev re li NÇM'ê pêşeroja xwe ava bikin." 
 
BI SAYA NÇM'Ê HEM LI TEMBÛRÊ DIXE HEM JÎ DISTRÊ 
 
Viyan Arslan a 11 salî ku di 8 saliya xwe de dest bi temdûrê kiriye, anî ziman ku du sal berê tev li atolyeya muzîkê ya NÇM'ê bûye. Arslan, diyar kir ku dû re bi saya mamsoteyên tembûrî hînî tembûrê bûye û got: "Dixwazim bi awayekî profesyonel li tembrûê bidim. Lewma hatim NÇM'ê. Dersên li van atolyeyan pir bi kêrî mi hatin." 
 
Arslan, anî ziman ku herî zêde hez ji stranên kurdî dike û got, piştî dersên li NÇM'ê hem li tembûrê dixe hem jî distrê. 
 
MA / Mehmet Aslan