Çîrokek Dersimê: Bêhna sorkirina gûşiyê gilgil

img

AMED - Girtiya siyasî ya 25 salin girtî ye Nibel Genç bi pirtûka "Bêhna sorkirina gûşiyê gilgil (Mısır Koçanlarını Kızartan Koku) derket pêşberî xwînerê xwe. 

Girtiya siyasî Nîbel Genç a 25 salin girtî ye, bi pirtûka xwe ya yekem derket pêşberî xwînerê xwe. Genç bi pirtûka "Bêhna sorkirina gûşiyê gilgil (Mısır Koçanlarını Kızartan Koku) xwînerê xwe derdixwe rêwîtiyek dirêj. Nivîskar bi vê romana xwe li alavên di heqîba ji mûyê bizinan hatiye çêkirin de winda bûye digere. Pirtûka ji Weşanxaneya Notabene hat çapkirin di nava pirtûkan de cihê xwe girt. Roman ji 15 çîrokan pêk tê. Her çîrokek bi serê xwe û hemû bi hevre ropanek in. Nivîskar her çend yekem car roman nivîsandiye jî bi zimanekî pir zelal û herikbar nivîsaniye. Mirovan dixe nava rêwîtiya dîrokê û li gundê Meyman ê Dersimê digerîne. Rastiya çîroka terteleya Dersimê ya sala 1938'an ji nûve zindî dike û bi xwîneran re parve dike. 
 
Nivîskar Genç di sala 1972'an de li Mûşê ji dayik bû û Beşa Hiqûqê ya Fakulteya Stenbolê xwend. Di pola 3'emîn de zanîngeh terk kir û di sala 1995 ji ber sedemek siyasî hat girtin. Nibel Genç, hêj li girtîgeha Bakirkoy girtî ye. Nivîskar Genç heta niha di gelek kovaran de çîrokê wê hatine weşandin. Dîsa gelek pirtûkê wê yê çîerokan hatin weşandin. 
 
 
MA / Ayşe Güney