Bariş Atay: Ji bo lîstikê em ê li rêyê nalternatîf bigerin

img

STENBOL - Lîstikvan Bariş Atay diyar kir ku qedexekirina lîstika "Sadece Dîktator" (Tenê Dîktator), tengkirina qada şanoya polîtîk e, ji bo xwe bigihînin hemû temaşevanan dê serî li rêyên alternatîf bidin.

Lîstika şanoyê ya "Tenê Dîktator" Onur Orhan nivîsiye, Caner Erdem derhêneriya wê dike û Bariş Atay pêşkêş dike, rojên borî li Artvîn û Stenbolê qedexe kiribû, herî dawî li Enqereyê jî hat qedexekirin. Lîstika Atay têde dileyze, her çendî li Enqereyê bernameya pêşandanê tune be jî Waliyê Enqereyê bê dem ji bo pêşandanê qedexe derxist. Atay bertek nîşanê qedexeyê da û aşkera kir ku rêyên wan ên alternatîf dewam dikin.
 
Atay destnîşan kir ku bi OHAL'ê re li dijî hemû beşên civakê û qada hunerê jî zext zêde bûne û ev tişt got: "Tûrne tên qedexekirin. Komên li Stenbolê lîstikan amade dikin, li herêma Anatolyayê tên qedexekirin. Her roja ku derbas dibe, qada şanoya polîtîk tê tengkirin."
 
LI DIJÎ ZEXTAN RÊYÊN ALTERNATÎF
 
Atay da zanîn ku ji ber zext û sansuran reaksiyoneke çep derketiye holê û wiha pê de çû: "Her roja ku zext û qedexe zêde bûn, kesên wêrek bûn û şanoya xwe ava kirin û lîstikên şanoyê derxistin holê jî zêde bûn. Yanî qadên nû dibînin. Kesên zextan dikin û kesên di bin zextan de ne, bi hev re di nava têkoşînekê de ne."
 
DÊ BI RÊYÊN ALTERNATÎF XWE BIGIHÎNE TEMAŞEVANAN
 
Atay anî ziman ku ji bo welatê ku lê dijî û pêşeroja zarokan fikarên wî hene û wiha axaftina xwe dewam kir: "Ji bo fikarên di vê der barê de bên vegotin divê her tişt bi vekirî bên gotin. Bi taybetî komên şanoyê di nav piştgiriyê de ne. Li Kadikoyê şanoyên alternatîf hene. Her tiştên ku em bikin, em bi hev re biryarê digirin û dikin."
 
Atay herî dawî got ku dewlet her gava rejîma tundiyê zêde bike, hemû qadan dagir dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Qada hunerê jî qedek herî zehmet tê bi destxistin e. Sedema yekemîn a zextan jî ev e. Li dijî zext û pirsgirêkan piştgiriyek jî heye. Temaşevan jî di v^'e pêvajoyê de xwedî li lîstikvanan derdikeve. Lîstika 'Tenê Dîktator' di 160 lîstikî de, derket pêşberî 40 hezar temaşevanî. Ev ji bo şanoyeke alternatîf gelek baş e. Heke em 'Tenê Dîktator' li ser dikê nikaribin temaşe bikin, wê demê lêgerîna rêyên alternatîf divê hebin. Piştre bi provayên lîstikên din dê dewam bike."