Belgefîlma Serhildana Qoçgiriyê hat kişandin

img

STENBOL - Belgefîlma bi navê "Taş Dugmeler" a li ser Serhildana Qoçgiriyê û ji aliyê Medet Dîlek ve hatiye amadekirin, wê li Tirkiye û Ewropayê bê pêşandan. Wê belgefîl ewil li mîhrîcanên Ewropayê bê pêşandan û paşê jî li Tirkiyeyê. 

Wê belgefîlma "Taş Dugmeler" a li ser Serhildana Qoçgiriyê ya di 6'ê Adarê de li Sêwazê dest pê kir û di 17'ê Hezîrana 1921'ê de bi qetilkirina sedhezaran kesî hat tepisandin, bê pêşandan. Derhênera belgefîlmê Medet Dîlek e. 
 
'RENGVEDANA ZAROKATIYA MIN E' 
 
Derhêner Dîlek, diyar kir ku dema ew biçûk bûye malbata wê û xizmên wê tim qala Serhildana Qoçgiriyê dikirin û ev yek bûye sedem ku ew belgefîlma "Taş Dugmeler"ê bikişîne. Dîlek diyar kir ku di wan vegotinên kurt de cîhanek hebû û her çi qas aîdî wê serdemê agahî û vegotin kêm bin jî, ew tiştên dihatin vegotin travma û rûxandina wê demê bi awayekî zelal nîşan didan. Dîlek wiha got: "Min ew tişt kom kirin û anîn roja îro. Ji bo vê belgefîlmê dikarim bêjim ku rengvedana zarokatiya min e." 
 
Dîlek, diyar kir ku dema wê belgefîlm kişandiye, bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû maye. Dîlek got ku ji ber bûyer li Sêwaz, Erzingan û Dersimê berbelav bûye, lêkolîn jî ewqas berbelav bû û wiha got: "Ji bo ev erdnîgarî bê tomarkirin pêdivî bi budçeyeke baş hebû. Di vî warî de pirsgirêk hebûn. Pirgirêkeke din jî ew bû ku di ser Serhildana Qoçgiriyê de 97 sal derbas bûne. Hema bêje şahidên wê yên zindî tune ne. Ji zehmetiyên ez bi wan re rû bi rû mam, ev hinek jê bûn." 
 
Dîlek destnîşan kir ku armanca wê ew e ku bi vê belgefîlmê kirin, travma û rûxandinên ku di 1921'ê de li Qoçgiriyê pêk hatin vebêje. Dîlek diyar kir ku çimkî Qoçgirî veguherandibûn tabûyekê û ev tişt gotin: "Her ku ev tabû bên şikandin, wê nîqaşên baş derkevin holê. Dema nîqaş baş bên kirin, wê aşkere bibe ku ka ji bo çi Qoçgirî nehatiye axaftin û nehatiye bibîranîn." 
 
Wê belgefîlm pêşi ji mîhrîcanên li Ewropayê re bê şandin û paşê li Tirkiyeyê bê pêşandan.