Bi pîrozbahiya Ras-El Senî çanda xwe diparêzin

img
MÊRSÎN - Ciwanên ereb ên li Mêrsînê dijîn, ji bo çanda û hunera wan tune nebe bi pîrozbahiyên Ras-El Senî (serê salê) tên gel hev.
 
Cejna serê salê Res-El Senî ya ku welatiyên elewî yên ereb pîroz dikinin, dê îsal li Mêrsînê li du noqteyan bê pîrozkirin. Ji van pîrozbahiyan re ciwanên elewî pêşengiyê dikin û bang li tevahiya welatiyan kirin ku tev li şahiya wan bibin. Ciwanê bi navê Ufuk Kurtulmaz, diyar kir ku ew vê şahiyê wekî hişyariya çandê pênase dikin.
 
Elewiyên ereb ên ku Cejna Ras-El Senî (serê salê) pîroz dikğin, li gorî salnameya Mîladî di 14'ê Çileyê de Res-El Senî pîroz dikin, îsal di şer de vê cejnê pêşwazî dikin. Elewiyên ereb ruxmê vê jî dê îsal li Mêrsînê cejna xwe ya serê salê pîroz bikin, pîrozbahî li hefteyan belav bû.
 
‘EM ÇANDA XWE DIPARÊZIN’
 
Ciwanê bi navê Soner Temur di pîrozbahiyan de bi dildarî organîzasyoniyê dike, aşkera kir ku Ras-El Senî di heman demê de xebateke çandê ye.
 
Temur destnîşan kir ku ji sala 2013'an vir ve şahiyên ku li dar dixin, di destpêka pîrozbahiyan de wan ferq kiriye ku ev kevneşopiyeke ku hatiye ji bîrkirin e, lê hewldanên wan ên di vê der barê de jî ew e, dixwazin di nava civakê de serwextbûnekê bidin ava kirin. Temur, da zanîn ku wekî çandên din, ew armanc dikin  vê çanda hatiye ji bîrkirin ji nûve bînin bîra civakê û xwedî li çanda xwe derkevin.
 
‘EM WEKÎ HIŞYARIYA ÇANDÊ PÊNASE DIKIN’
 
Ufuk Kurtulmaz jî got ku ew şahiyê wekî hişyariya çandê pênase dikin û wiha pê de çû: "Hin welatiyê di warê kedê, hin welatiyên me jî di warê aborî de piştgiriyê dikin. Demên borî li cihê ku bi hev re bê pîrozkirin, di malan de ji hêla kêm kesan ve dihat pîrozkirin. Lê piştî xebatên hevpar, biryar hat girtin ku bi hev re bê pîrozkirin û niha em hatine gel hev û em vê çandê bi hev re pîroz dikin."
 
Kurtulmaz, anî ziman ku bi xebata hevpar a meclisa gel, malên çandê ên elewiyên ereb hatine avakirin û di van malan de ev çand tên parastin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di şahiyê de kuftik tên çêkirin. Ji derveyê wê di malên çandê de kursên erebî tên dayîn. Mînak malbatek hat got ku 'Keça min ji min re bi erebî got şev baş. Gelekî kêfa min hat.' Ne tenê zarok, dayik û bav êdî nema dikarin bi erebî biaxivin. Di nava elewiyên ereb de du cejnên mezin hene. Ji vana yek Mîhrîcaha Tîrmehê ya Evvel, ya din jî Ras-El Senî. Em bi derfetên xwe bi dildarî van xebatan dikin."
 
Dê pîrozbahiyên îsal, li tax Kazanli ya Mêrsînê û li taxa Musalla ya Tarsusê pêk bên. Pîrozbahiya li Mala Sersaxî û Civînê ya Kazanliyê dê di 27'ê Çileyê roja Şemiyê saet di 19.00'an de pêk bê. Di 28'ê Çileyê de, li Restoranta Park a Yildirimlarê saet di 13.30'an de dê pîrozbahiya duyemîn pêk bê.
 
Di şahiyan de li gel xwendina helbest û muzîka erebî, dê şanoyên ku çanda ereban vedibêjin dê bên pêşandan.