Derhêner Çetin: Yên muxalif nayên dîtin

img

STENBOL - Derhênerê Sînemayê Yusuf Çetîn, diyar kir ku çand û huner di heman demê de muxalefeta li dijî pergalê ye û wiha got: "Dewlet dixwaze çand, huner û  sînemayê li gorî polîtîkayên xwe bi teşe bike û têxe xizmeta xwe. Ger ku tu nexwaze sînemayê li gorî pergalê pêş bixe, xeta sor bi ser te dixin." 

Bi îlana Rewşa Awarte (OHAL) û KHK'yan gelek sazî û dezgehan para xwe girt. Li aliyeki sansur, qedexe û astengiyên li pêş fikr û ramanê zêde bûn, li aliyê din di qada çand û hunerê de jî qedexe û astengî zêde bûn. Fîlmê 'Kîjan Mafên Mirovan" ku Documentarist wê organize dike, piştî li Amedê hat qedexekirin lîstika “Tenê Diktatör” jî li gelek bajaran hat qedexekirin. 
 
Derhênerê Sinemayê Yusuf Çetin ku di sedan fîlman de cih girtiye, bal kişand ser rol û rista sînema û astengiyên li ser çand û hunerê. Çetîn, diyar kir ku dewletê sînema kiriye amûra xwe ya polîtîk û wiha got: “Dewlet fîlm û berhemên tu qîmetê wan tune bi civakê didin temaşekirin. Rexneyan jî qebûl nakin. Ger ku hûn huner û sinemaya alternatif û li dijî pergalê ava bikin ser we bi xeta sor tê xêzkirin." 
Reklaman dide temaşekirin Sînema niha piraniya xwe li ser reklaman hatiye avakirin. Niha tenê fîlmên ku reklama wan baş tê kirin encamê distînin. Mînak fîlmek li dervê welat tê amadekirin û xelatan distîne. Li welat nêzî 70 hezar kes temaşe dike. Li aliyê din fîlmê ku qet qîmeta wî tune û xizmeta civakê nake 6-7 milyon mirov temaşe dikin. Ji vê yekê re jî dibêjin fîlmê vîzyonê. Ji ber ku dewlet piştgiriyê dide wê. Tenê ji bo reklamê bi qasî butyçeya 5 fîlman pere qerç dikin. Kesên bi sîmenayê eleqeder dibin tên tirsandin."  
 
Çetin, ani ziman ku çand û huner di heman deme de muxalefeta li dijî îktîdarê ye û wiha got: "Huner ew tişta ku rastiyan bi civakê re parve bike. Hem rexne dike û hem rê nîşan dide. Ji ber vê yekê çand û huner bi xweşiya pergalê û îktîdarê naçe."