'Min dît ku Amed hin bêtir bi hêvî ne’

img

AMED – Şanoger Volkan Çikintioglu diyar kir ku peyama lîstika “Tenê Dîktator (Sadece Dîkator)” a şanoger Bariş Atay gihîştiye tevahiya Tirkiyeyê û ji bo Amedê jî got: “Tişta min ji hewaya bajêr hîs kir, ev der li dijî OHAL’ê hin bêtir bi hêvî tevger dike.” 

Lîstika şanoyê ya “Bobelata Meşrutiyetek Ango Rojaneyên Me (Bîr Meşrutiyet Facîasi Yahut Gunduzlerîmîz)" a ku nivîskarî û lîstikvaniya wê Volkan Çikintioglu dike û lîstika xwe li Şanoya Bajêr a Amedê da pêşandan, bandora Rewşa Awarte (OHAL) a li ser mirovan û lîstîka “Tenê Dîktator (Sadece Dîktator)” a şanoger Bariş Atay ku li gelek bajaran hat qedexekirin nirxand. Çikintioglu diyar kir ku li Amedê mirov bêtir bi hêvî tevger dikin û got: “Ez difikirîm ku dê ji ber OHAL’ê mirov bêtir bêhêvî bin, lê mirov gelek bi metanet û xwînsar in.” 
 
Çikintioglu da zanîn ku bi mêzekirina Stenbolê tu kes nikare ji Amedê fêm bike û ji bo Amedê got: “Dema mirov ji Stenbolê li vir dinêre bêtir rewşek dramatîk dibîne. Dema mirov dûr be bi pêşdarazî difikire. Qey mirov dibêje mirovên li vir li dijî OHAL’ê serî ranakin. Lê tişta min ji hewa bajêr hîs kir, ev der li dijî OHAL’ê hin bêtir bi hêvî tevger dike.” 
 
‘OHAL HÊRSA MIROVAN RADIKE’ 
 
Çikintioglu anî ziman ku zextên OHAL’ê li ser halê ruhê mirovan bêhntengî û hêrsbûnê daye afirandinê û got: “Zextên OHAL’ê wek şewbê xwe digîhîne mirovan. Mirov hin hindik xeyalan ava dike. Zehmetiyên mezin hene. Mînak di qada aborî de jî hin hindik bendewariyê mirovan hene.” 
 
‘PEYAM GIHÎŞT HEMÛ TIRKIYEYÊ’ 
 
Atay diyar kir ku peyama lîstika “Tenê Dîktator (Sadece Dîkator)” a şanoger Bariş Atay li gel ku hat qedexekirin jî gihîştiye tevahiya Tirkiyeyê û wiha got: “Peyamên polîtîk ên lîstika Bariş Atay, xwe gihand her deverê.”
 
‘TEMA BEXTEWARIYÊ YE’ 
 
Çikintioglu di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser lîstika xwe ya “Bobelata Meşrutiyetek Ango Rojaneyên me” û got ku lîstîka wî li ser temaya bextewariyê nivîsandiye.