Hejmara 35’emîn a Moderniteya Demokratîk derket

img
STENBOL - Hejmara 35’emîn a Kovara raman û bîrdoziyê ya Moderniteya Demokratîk derket. 
 
Hejmara nû ya Kovara Moderniteya Demokratîk ku 3 mehan carekê tê çapkirin derket. Hejmara 35’emîn a mehên Nîsan, Gulan û Hezîranê vê carê bi dosyaya “Yekitiya Neteweyî ya Kurd” hat çapkirin. 
 
Navên nivîskarên ku di hejmara nû de nivîsandine wiha ne: Alî Firat, Ergîn Çelîk, Emran Emekçî, Fermanî Çetîn, Sezaî Bûlût, Selîm Ferat, Serbest Sefîn, Emrûllah Dûrsûn, Yûsûf Serhat Bûcak, Mehmet Nûrî Ozdemîr, Michael M. Gunter, Nagîhan Akarsel, Sînan Çîftyurek, Mûsa Şanak, Mehmet Bayrak Nîlufer Koç, Hatîp Dîcle û Hamza Tûnç. 
 
Hûn dikarin li ser malpera înternetê ya Moderniteya Demokratîk a https://demokratikmodernite.org/ xwe bigihînin hejmara 34’emîn bi serenavê “Demokrasî û Edaletê” derketibû û hejmarên beriya niha derketibûn.