Strana 'Dort Meşale' ya Grûp Îsyan Ateşî

img

STENBOL - Grûp Îsyan Ateşî ji bo bîranîna Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner ku li Girtîgeha Amedê agir berdabûn bedena xwe û jiyana xwe ji dest dabûn, bi navê "Dort Meşale" stranek çêkiriye û klîba stranê çêkiriye. Endamê komê Yilmaz Karaarslan, anî ziman ku armanca wan "bibîrxistina vê berxwedana destanî" ye. 

Grûp Îsyan Ateşî, ji bo bîranîna Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner ku li Girtîgeha Amedê agir berdabûn bedena xwe û jiyana xwe ji dest dabûn, bi navê "Dort Meşale" stranek çêkiriye û klîba stranê çêkiriye. Klîba stranê çend roj berê li ser platformên dîjîtal hat weşandin.
 
Endamê komê Yilmaz Karaarslan, anî ziman ku armanca wan "bibîrxistina vê berxwedana destanî" ye. 
 
‘BÛN RONAHÎ JI BO SIBEROJÊN AZAD' 
 
Karaarslan, bilêv kir ku huner, li ser hemû nanokiyên derbarê jiyana gelan de hûr dibe û bal kişand ser pêşngên şoreşger ên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane. Karaarslan got: "Em şahidê berxwedana wan in. Ev kulîlkên berxwedanê bi dîroka ku Denîzan, Mahîran, Mazlûman û pêşengê komunîst Îbrahîm Kaypakkaya afirandiye mezin dibin û roja me ya îro ava dikin." 
 
Karaarslan, diyar kir ku yek ji vê têkoşîna dîrokî û girîng jî li zindanên Amedê çêbû û got: "Wê demê Ferhat Kûrtay, Mahmût Zengîn, Eşref Anyik û Necmî Oner xeleka îxanet û teslîmiyetê şikandin. Me jî navê vê berxwedanê li berhema xwe kir. He rçar şoreşger, ji bo gelên xwe veguherîn meşaleya serîhldanê." 
 
MÎRATEYA ÇARAN: BERXWEDAN 
 
Karaarslan, berhema xwe ya "Dort Meşale" wekî diyariya ji bo têkoşîna şoreşgerî û demokrasiyê pênase kir û destnîşan kir ku ji hîsiyateke taybet wêdetir, bi feraseta ku perçeyeke vî şerî ne tevdigerin. Karaarslan, destnîşan kir ku tekane rêya bilindkirina têkoşînê cardin pêwendîdanîna bi kok û rehên xwe û bilindkirina laya Çaran pêkan e û got: "Divê baweriya Çaran û biryardariya wan rênîşanderê me bin. Divê hîn bêtir me bi têkoşînê ve girêbêdin." 
 
Karaarslan, di dawiya axaftina xwe de got: "Armanca me, em berxwedana destanî ya egîdên nemir ên têkoşînê tim bibîr bînin û dubare dubare bibîr bînin. Em bejna xwe li ber bîranîna nemiran û têkoşîna wan bi rêzdarî ditewînin û em dubare dikin ku dê têkoşîna wan tim rênîşander be." 
 
MA / Rojîn Altay