Eleqeyeke mezin ji bo Gulçîçeka Dilan: Çapa 3'yan di rê de ye

img

AMED - Pirtûka Gulçîçeka Dilan ku ji 33 çîrokên herêma Xerzanê pêk tên û nivîskarê wê Abdurrakîp Yuksekbag e, amadekariya çapa 3'emîn dike. Çapa 1'emîn a pirtûkê ku ji Weşanên Payîzê derket û di nava 20 rojan de qediya. 

Pirtûka Gulçîçeka Dilan ku ji 33 çîrokên herêma Xerzanê pêk tê û mehek berê hat çapkirin, bala gelek kesan kişand. Pirtûka ku di meha Nîsanê de hat çapkirin, ji ber eleqeyeke zêde di nava 20 rojan de çapa wê ya yekemîn qediya. Weşanên Payîzê, çapa 2'yemîn derxist û niha amadekariya çapa 3'yemin dike. Edîtoriya pirtûkê Jêhat Rojhilat, rûpelsazî Weşanên Payîzê û sêwirina bergê jî Şermîn Pîrasteh kiriye. Pirtûka Gulçîçeka Dilan, ji 7 Çîrokên Derasayî, 7 Çîrokên Nederasayî û 19 Çîrokên Ajalan pêk tê. 
 
Nivîskarê pirtûkê Abdurrakîp Yuksekbag di sala 1993'an de ji ber sedemên siyasî hatiye girtin û ji wê demê heta niha 28 sal in girtî ye. 
 
Edîtorê pirtûkê Jêhat Rojhilat û nivîskar Mehmet Akdogan, di beşa pêşgotinê de diyar dikin ku çîrokên derasayî yên di pirtûkê de şax û şovên resen in û bi qasî dizanin heta niha li cihekî din nehatine çapkirin. Edîtor, di pêşgotinê de tînin ziman ku her yek ji wan, nexş, nimûş û remzên cihê di xwe de dinimînin, bi destê wan digirin û wan noqî nava jiyana xwe ya mîstik dikin. 
 
Edîtor, destnîşan dikin ku Çîrokên Nederasayî jî wekî ku neynikekê li civakê bigirin mijarên ji zîrektiyê heta debengiyê, ji hesûdiyê heta çarenûsê, di xwe de vedihewînin û li ser van mijaran bi cerebeyên hezar salan şîretan li wan tevan dikin. Edîtor, bibîr dixin ku Çîrokên Ajalan, bi heman mijaran berê di hin berheman de hatibin çapkirin jî, ev jî şax û şopên wan ên cuda ne û şêwaza vegotin û hûnandina wan jî li gorî xwe ne. 
 
Ji çîrokên pirtûkê diyar dibe ku nivîskarê pirtûkê Abdurrakîp Yuksekbag ji xercekî kurdî hatiye û di 28 salên zindanê de ji çîrokên dapîr û bapîran qut nebûye. Nivîskar li dijî armanca zindanê ji bo ku ji rastî û bingeha xwe qut nebe têkoşiyaye. Nivîskar, li dijî hemû zor û zehmetiyên zindanê, xwe bi rastiya xwe ve girê daye û têkoşiyaye. Ji ber vê yekê çîrokên wî têkoşîn û berxwedana wî ya li zindanê nîşan dide. Edîtor çîrokên nivîskar wekî berfîna di bin berfê de serî hilde û ji bin berfê derkeve pênase dikin. Nivîskar bi peyv û hevokên xwe yên ji ser koka dîrokê tên, di nava dîwarên zindanê de derketine.  Nivîskar Yuksekbag, beriya bê girtin, van çîrokên xwe di şevbihêrkan de ji apê xwe Evdilezîz Hecî Zalê girtine. Evdilezîz di 96 saliya xwe de di sala 2005'an de çûye ser dilovaniya xwe. 
 
Çîrokên di pirtûkê de ev in:
 
Çîrokên Derasayî: Gulçîçeka Dilan, Gulbarîn, Zilfînaz û Cilfîferaz, Mir û Mişterî, Aqil û Dinya, Kurê Masîvan, Ûsib û Gulîzar.
Çîrokên Nederasayî: Qîza Baqil, Ahmet û Destmal Xanimê, Sê Heval, Jina Beter, Qedera Emrê Xwedê, Qîsa Xalifeyê Bexdayî, Silav li Te heval. 
Çîrokên Ajalan: Destbiratiya Rovî û Aşvan, Ziriniya Kerê, Biratiya Gur û Rovî, Dîk Xapînok Werdek û Rovî, Hevaltiya Şêr û Rovî, Beq û Ga, Qijik û Teyrê Tawiz, Destbiratiya Mamê Rovî û Hecî Legleg, Dîk û Rovî, Roviyê Dûvjêkirî, Dêlik û Rovî, Zengilok û Bengilok, Şêr Gur û Rovî, Rovî û Nêrî, Kûçik Dîk û Rovî, Şêr Ker û Rovî, Meymûn û Rovî, Şêrê Pîr, Hirç Rovî û Kîso.