Aydin: Heke em bi rêxistin bin qedexe bêwate ye

img

STENBOL – Lîstikvan Orhan Aydin destnîşan kir ku zextên îro ên serdema 12'ê Îlonê derbastir kirine û got: "Heke em bi rêxitinkirî bin, dê ev êrîşên faşîzan, sansur û qedexe ji holê rabin."

Li Tirkiyeyê OHAL dewam dike û zextên dewletê di her qadê de xwe didin der. Lîstikvan Orhan Aydin rewşa sînema û şanoyê ya di dema OHAL'ê de nirxand û aşkera kir ku di derbeya 12'ê Îlonê de jî zexteke wiha li Tirkiyeyê tune bûye û ev tişt got: "Li Tirkiyeyê azadiya ramanê tune, wekî her qadê di qada hunerê de jî pêkanînên faşîzan xwe didin der."
 
‘YÊN WEKÎ WÎ NEBIN, WÊDER DIKE’
 
Aydin da zanîn ku makeqanûna 12'ê Îlonê rêbaza wê ya bingehîn îro jî derbasdar e û li dijî wekhevî, aştî, azadî û biratiyê disekine û wiha got: "Mekanîzmaya siyasî dema hatiye ser kar, her dem helbestvan û wejevan sirgûn kiriye. Welatparêzên ku fikrên xwe anîne ziman hatine wêderkirin, pergalê hişmendiya hunerê wekî dijmin daye nîşan. Yên wekî wan nabin, ji hev cuda dikin. Karê ewil ê dîktatorên derbeya faşîst a 12'ê Îlonê ew bû ku, opera, bale tunekirin, deriyê pirtûkxaneyan mohr kirin. Muzîk û sînema qedexe kirin."
 
‘YEKZILAMÎ NEYARTÎ YE’
 
Aydin aşkera kir ku hişmendiyeke paşverû, li tu dera cîhanê hunermendan bi pêş naxe, pergala wan sînema, muzîk, şano, peykertiraşiyê teslîm nagire.
 
Aydin diyar kir ku fîlmên ku desthilatdarî çê dike, temaşevan nabîne û wiha axivî: "Fîlmên li qesra xwe galaya wan pêk tîne, dema derdikeve pêşberî gel 4-5 kes temaşe dikin. Bi maşîneyên şaredariyê temaşevanan dikişînin. Di hefteya duyemîn de ji vîzyonê radikin. Fîlmên ku Wezareta Çandê piştgiriyê didê, li mîhrîcanên fîlman ên navneteweyî xelatan digirin. Berê çi anîn serê Yilmaz Guney, îro tînin serê mirovên li pey hunerê diçin."
 
‘HER KESÎ JI BO XWE DIJMIN DIBÎNIN’
 
Aydin anî ziman ku lîstikvanên şanoyê yên rewşenbîr û sosyalîst bi tu awayî ji lîstikên xwe re cih nabînin û wiha domand: "Niha hemû salonên şaredariyên AKP'ê û salonên zanîngehan ji lîstikan re girtîne. Di demên dawî de tiştên ecêb di dilê wî de çê bûye. Dixwaze xwe bi serdema Hîtleran re bide nîşan. Di naveroka çi de peyva 'dîktator' û 'edalet' derbas dibe, ji bo xwe wekî neyar dibîne." Aydin bi lêv kir ku vê pergalê xweza, derûdor û jiyan qedexe kiriye û ev jî wekî dijminahiya li dijî hunerê pênase kir û der barê sansur û qedexeyê de ev tişt got: "Hem di serdema Suleyman Demîrel de, hem di dema Kenan Evren û hem jî di dema Turgut Ozal de, li dijî zextan bertekên girseyî dihatin dayîn. Me cîhan bi van mêjiyê wanê reş dida hesandin. Heke em bi hev re têbikoşin, bi rêxistinkirî bin, em ê faşîzm, sansur û qedexeyan têk bibin."
 
‘KESÊN WEKÎ DIJMIN DIBÎNE DIXWAZE WAN TUNE BIKE’
 
Aydin derbirî ku lîstika Bariş Atay a bi navê "Sadece Dîktatör" (Tenê Dîktator) li gelek deveran bi fermana waliyan hatiye qedexekirin û wiha got: "Lîstika 160 carî hat leyîstin, bi carekê de qedexe kirin. Di dîroka Tirkiyeyê de tiştekî wiha nehatiye dîtin. Yek bi yek li şanoyên Stenbolê geriyan û nehiştin lîstik bê lîstin. Ev faşîzm di qanûnan de jî tune. Ez bawer dikim metna lîstikê jî nexwendine. Di serdema OHAL'ê de jî ev lîstik 2 sal e tê lîstin. Sedema qedexeyê kesekî ku xwe wekî 'dîktator' dibîne, êşa wî ya li dijî peyva 'dîktator' e."