Kiliçdaroglu: Mafê gel ê berxwedanê heye

img

ENQERE - Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu, di 36'emîn Kongreya Asayî ya Giştî ya ‘Adalet û Cesaret’ê de diyar kir ku mafê gel ê berxewdanê heye. Berê pirsgirêka kurd hebû, niha pirsgirêka aborî, perwerdehî, polîtikayên derve û demokrasiyê lê zêde bû. Çareseri li meclîsê ye. 

36'emin Kongreya Asayî ya Giştî ya CHP'ê ya bi şîara "Edalet û Cesaret" serê sibê li Salona Suporê ya Enqereyê saet di 10.00'an de dest pê kir. Serê sibê bi tevlêbûna delege, parlamenter û rêveberên CHP'ê salon tije bû. Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kılıçdaroglu û hevsera xwe Selvi Kiliçdaroglu saet di 11.00'an de ket salonê. Piştre parlamenterê CHP'ê yê Yalova û namzetê Serokê Giştî yê CHP'ê Muharrem Înce û hevsera xwe jî hatin salonê. Kongreyê bi hilbijartina dîwanê dest pê kir. Şaredarê Bajarê Mezin ê Eskişehirê Yilmaz Buyukerşen bû serokê Dîwanê. 
 
Nêzî 600 polîsan ji bo kongreyê peywir girt. Ketin û rêyên diçin salona sporê ji bo ewlehiyê li trafîkê hat girtin. Li salonê afişên "Em Tirkiyeyek bi edalet dixwazin", "Em dê bi hevre aştiyê ava bikin", "Em yek bin em tevin, em welatparêz in" û ''Ji rojnamegerên girtî re azadî" vekirin. Li salonê cihê parlamenterê CHP'ê Enis Berberoglu vala hiştin. 
 
KILIÇDAROGLU: EM KUVA-Î MÎLLÎ YE NE 
 
Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, di kongreyê de axivî û polîtîkayên AKP'ê, girtina Enîs Berberoglu, darizandina Rojnameger Can Dundar rexne kir. Kiliçdaroglu, anî ziman ku ew natirsin û wiha got: "Ji ber em Kuva-yî Millî ye ne." 
 
Kiliçdaroglu, anî ziman ku 5 pirsgirêkên Tirkiye yên esasî hene û wiha rêz kir: "Berî her tiştî pêdiviya Tirkiye bi Qanûna Bingehîn a li ser lihevkirina civakê bê avakirin heye. Divê Tirkiye bi hukumeta Sûriye re bide û bistîne. Di dîroka Komara Tirkiye de em pêvajoya herî dijwar dijîn. Ev kongreya demokrasî, aramî, edalet û Kuvayî Milliyeyê ye. Kongreya kesên li dijî Firavunan dibin Mûsayan e. Yên li dijî zilmê lal nabin e. Kongreya li welat aştî li cîhanê aştî ye. Mafê gel ê berwedanê heye. 
 
Li Tirkiye pirsgirêk car caran wekî pirsgirêka kurd, car caran wekî pirsgirêka Başûrê Rojhilat, car caran aştiya civakî hat pênasekirin. Niha li ser van pirsgirêkan pirsgirêka demokrasî, aborî, perwerde û polîtikayên derve lê hat zêdekirin. pirsgirêk her ku diçe zêde û kûr dibin. 
 
Navnîşana çareseriya pirsgirêkan Meclîsa Tirkiye ye. Divê pirsgirêk li gorî pîvanên demokrasî û azadiyê bên çareserkirin.