Lîstika Palyaçoyê Wenda nebaşiya şer ji zarokan re vedibêje

img

WAN - Derhêne Halîl Karakoyun, got bi lîstika Palyaçoyê Wenda armanca wan ewe nebaşiya şer vebêjin û şanoya bi zimanê dayikê ji bo zarokan pêşkêş bikin. 

Lîstika zarokan Palyaçoyê Wenda ya ji aliyê Şano Mencelê ve tê pêşandan, li Wanê eleqeyeke zêde ji bo wê heye. Bi taybetî jî zarokên ku tevî dê û bavên xwe lîstikê temaşe dikin, kêfxweş dibin. Bi vê şanoya kurdî tê armanckirin ku dijberiya şer bê diyarkirin. Derhêner Halîl Karakoyun behsa lîstikê kir. Karakoyun, diyar kir ku şerê ku sedema wî nayê zanîn û di navbera du komên bi navê Ser Tûjik û Ser Kundir de diqewime tê vegotin. Karakoyun destnîşan kir ku kesê bi navê Serkêş jî vî şerî gur dike û ev tişt got: "Di navbera her du êlan de şer heye. Lê kes sedema vî şerî nizane. Li gor têgihiştina zarokan me diyar kir ku ka şer çawa diqewmin. Peyama me ya li vir ewe ku şer ne tiştekî baş e." 
 
‘PIŞTÎ ŞER DIQEDE GOVEND TÊ GERANDIN' 
 
Karkaoyun diyar kir ku kes nizane ka şerê di navbera her du koman de ji ber çi derketiye, lê belê piştî ku palyaço dikeve navbera wan lîstika qirêj aşkere dibe û her du kom jî fêm dikin ku şer ne tiştekî baş e û şer bi dawî dibe. Karakoyun bi lêv kir ku piştî şer diqede her du kom li hev tên û bi hev re govendê digerînin. 
 
‘DIVÊ PÊŞÎ ZAROK ZIMANÊ XWE HÎN BIBIN' 
 
Karakoyun destnîşan kir ku wan cara ewil du sal berê bi vê lîstikê derketine pêşberî temaşevanan û paşê dîsa li ser lîstikê hûr bûne û biryar dane ku ji nû ve bilîzin. Karkaoyun ji bo zarokên ku bi kurdî nizanin û tevî dê û bavên xwe ji bo temaşekirina lîstikê tên jî ev tişt anî ziman: "Ji ber piraniya zarokan bi kurdî nizanin lîstikê fêm nakin. Zarok tevî dê û bavên xwe tên, lê dê û bav ji serî heta binî lîstika bi tirkî ji zarokên xwe re vedibêjin. Ev ne tiştekî baş e. Zarok bi çend zimanan bizanibin ewqas baş e, lê divê pêşî zimanê xwe hîn bibin."