'Komkujiya Kerboranê' bi belgefîlma 'BÎR'ê bibîr xist

img

STENBOL - Derhêner Veysî Altay, komkujiya Kerboranê ya di 30'ê Cotmeha 1995'an de pêk hat û 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi belgefîlma "BÎR"ê bi bîr xist. 

Derhêner Veysî Altay, bi armanca komkujiya Kerboranê ya di 30'ê Cotmeha 1995'an de pêk hat û 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, di hiş û hafizayên mirovan de bihêle belgefîlma "BÎR"ê amade kir. Li Kerboranê 23 sal berê 3 jê zarok 8 kes ji aliyê JÎTEM'ê ve hatibûn qetilkirin. Fermandarê Cendirmeyan ê Tabûra Mêrdînê Serheng Hurşit Îmren û Fermandarê Cendirmeyan ê Navçeya Kerboranê Efser Mehmet Tire ferman dabû ku 7 welatî bên binçavkirin. Li ser fermanê endamên JÎTEM'ê piştî welatî binçav kirin înfaz kirin. Çawîşê pispor Bilal Batırir jî di qazana komirê ya fermandariya cendirmeyan de bedena wan şewitandin. Endamên JÎTEM'ê di navbera 29'ê Cotmeha 1995 û 8'ê Adara 1996'an de zaroka 14 salî Seyhan Dogan, ji heman malbatê Abdurrahman Olcay (20), Mehmet Emin Aslan (19), Abdurrahman Coşkun (21), Nedim Akyon (16), Hikmet Kaya (24), Suleyman Seyhan (57) û Davut Altinkaynak (13) binçav kirin û înfaz kirin. Piştî bûyerê der barê kujeran de doz hatibû vekirin. Doza JİTEM'a Kerbaranê li 1'mîn Dadgeha Cezayên Giran a Semsûrê hatin dîtin.
 
 Welatiyên ku xizmên wan hatine qetilkirin diyar kirin ku, her ku diçe dadgeh biryarên di aleyha wan de dide. Malbatan bertek nîşanî gotinên fermandarê wê demê yê Kerboranê Mehmet Tîre ku di rûniştina dawiyê ya dozê de gotibû, "Wê demê ez ne li Kerboranê bûm" dan û gotin ku bêyî fermandar leşkeran nedikarî gavajî biavêje.
 
 
Derhêner Veysi Altay, bûyer û çîroka komkujiya Kerboranê ya 7 kes ji aliyê JÎTEM'ê ve hatin qetilkirin kir belgefîlm û li ser perdeya sipî raxist. Altay, bi belgefîlma "BÎR" bûrer ji nûve zindî kir û hafizeya mirovan taze dike. Doza wan hêj  berdewam dike. 
 
Derhêner Veysi Altay, diyar kir ku heta niha 4 xebat der barê windayan de çêkirine û wiha got: "Malbatan li dijî "Faîlên nediyar" bi salan têkoşîn meşandin. Ji ber ku ez jî perçeyekî vê mijarê me, min ev jibo xwe kir derd. Ji bo ez civakê der barê vê mijarê de rast ronî bikim ez ji bo xwe wekî erkek dibînim. Ez dixwazin bi van belgefîlman dîsa bêdengî û fêrbûna civakê xera bikim. 
 
Altay, destnîşan kir ku axa Kurdistanê vegeriya ye gorên komî û li her derê hestî derdikeve û ev yek bandorê li ser derûniya wî jî dike û wiha got: "Niha Kerboran ne gul û gulîstan e. Her der bi qereqolan hatiye dagirkirin. Her der dê şopandin û kontrolkirin. Bûye qada leşkerî. Ji ber vê yekê di milê kişandina dîmenan de min pir zor û zahmetî kişandin. Ez rastî gelek astengiyan hatim. 4 sal berê hestî hatin dîtin. 
 
Altay, anî ziman ku navê gundê Trûva navdar e û gund berê JÎTEM lê bi cih bûbûn û navê Bîr ê fîlm xwe ji vir digire. Altay, ani ziman ku di belgefîlmê de çîrok, serpêhatiya windayan û têkoşîna ji bo lêgerina windayan vedibêje. 
 
Altay, destnîşan kir ku belgefîlma wî dê di demek nêzîk de têkeve weşanê û bi temaşevanan re parve bike. Altay, anî ziman ku dixwaze bi vê belgefîlmê ruyê dewletê yê qirêj li ber çavan raxe. Dîsa dixwaze nişan bide ku mirov çawa mexdûr kirine. Dîsa têkoşîna lêgerîna hestiyên zarokên ku dizanîbûn miriye di vê belgefîlmê de bibînin. Disa dê nêzîkatiya dewletê ya li hemberî malbatan bibînin."