Begefîlma '73' ya îşev tê weşandin

img
RIHA - Belgefîlma bi navê "73" ku mijara wê fermana bi destê DAIŞ'ê li dijî êziyan pêk hat û derhêneriya wê Rojnameger Nazim Daştan kiriye wê îşev bê weşandin. 
 
Belgefîlma bi navê "73" ku mijara wê fermana di sala 2014'an de li Şengalê bi destê DAIŞ'ê li dijî êziyan pêk hat û derhêneriya wê Rojnameger Nazim Daştan kiriye wê îşev di televîzyonê de bê weşandin. Di belgefîlma ku kêşanên wê li Şengalê hat kirin de vegotinên jinên êzidî yên ji destê DAIŞ'ê rizgar bûne cih digirin. Her wiha di belgefîlmê de qala jiyan û baweriya êzidiyan tê kirin. 
 
Wê belgefîlm îşev saet di 21.30'an de di STERK TV û Medya Haberê de bê weşandin. 
 
Di meha îlonê de jî li bajarê Berg ê Swisreyê danaşîna belgefîlmê bê kirin.