Kulîlkan hişk dike û dike xemla dîwaran

img

AMED - Bahoz Damlayici ji zanîngehê mezûn bûye lê wezîfeyek neketiye destê wî. Ew kulîlkan hişk dike û vediguherîne xemla nava çarçoveyan da ku xelk li dîwarên xwe daliqîne. 

Bahoz Damlayici ciwanek ku sala par ji Zanîngeha Dîcleyê ji Beşa Mamostetiya Polê mezûn bûye. Lê her çiqas ew sala par mezûn bûbe jî lê nehatiye tayînkirin û wezîfeyek neketiye destê wî. Damlayici li navçeya Sûra dîrokî ya Amedê kargehek bi navê Şewl û Xaraw vekiriye û di vê kargehê de kulîlkên ku hişk kiriye, dike vediguherine tabloyên dekoratif û digihîne însanan. Tenê ne Bahoz, hevala wî Ayşe Sûna jî li kargehê hevkariya wî dike. Ev kargeh bûye cihê debara herduyan. Li kargehê tenê ne çîçekên ku hatine çarçovekirin, sêva mêxikrêj û hin cûreyên pirtûkan jî tên firotin. 
 
KULÎLKÊN HIŞKKIRΠ
 
Damlayici anî ziman ku piştî ew ji zanîngehê mezûn bûye karek nedîtiye û wî vê xebata alternatîf ji xwe re bijartiye û ev nêzî sê sal in van kulîlkan hişk dike û dike tablo. Damlayici da zanîn ku ewilî wî li mala xwe dest bi vî karî kiriye û pişt re jî biryar girtiye ku kargehekê veke û ev karê ew dike gelek jê re xweş tê. 
 
RUHÊ WÎ ŞAD DIKE 
 
Damlayici destnîşan kir ku vê hunera ew dike di heman demê de wek terapiye jê re tê û bêhna ruhê wî derdikeve û ew hîsên nebaş hemû ji ser wî diavêje. Damlayici got ji bo her tabloyekê nêzî 35 lîre mesrefa wan dibe û her tabloyek diqedînin jî bi 100 lîreyî difiroşin. 
 
DI NAVA RÛPELÊN PIRTÛKAN DE HIŞK DIKE 
 
Damlayici wiha behsa anîn û hişkkirina kulîlkan dike: “Ewilî diçim ji çolê kulîlkan berhev dikim. Piştî ku ez tînim malê dixim nava rûpelên pirtûkan da ku hişk bibin û tewa xwe bigirin. Divê hişk bibin. Piştî hişk dibin, datînim ba hev. Karek gelek zehmet e û sebrê dixwaze. Divê ritûbet nekişînin û li cihek ziwa werin veşartin. Piştî kulîlk hişk dibin, dibim kargehê û pişt re em li serê difikirin ku van kulîlkan çawa bikin tablo. Piştî em sêwira kulîlkan çêdikin, dixin hundirê çarçoveyê ango tabloyê. Her tiştê me xwezayî ye. Em ji bo hişkkirina kulîlkan dermanek bikar naynin. Em dermanê zeliqandinê jî bikar naynin. Gelek zehmet e lê ewqas jî xweş û bi kelecanî ye.” 
 
DÊ PÊŞENGEHA TABLOYAN WERE VEKIRIN 
 
Damlayici diyar kir ku ew ê di rojên pêş de van tabloyên ji kulîlkan çêkirine dê pêşengeha wan li dar bixin û dîroka wê ne diyar e lê wê li malên dîrokî yên Sûrê nîşanî xelkê xwe bidin. 
 
MA / Eylem Akdag – Cengîz Ozbasar