Derhênerê fîlmê Zer: Ji hunerê ditirsin

img

STENBOL - Derhênerê fîlmê Zer Kazim Oz aşkera kir ku fîlmê Zer li Tirkiyeyê sansur kirin û fîlmê wî li derveyê welat gelek xelat girtin. Oz, da zanîn ku sansura li ser fîlmê Zer, pêkanînên desthilatdariya AKP'ê ye û wiha got: "Ev hikumet ji hunerê dûr e û tiştekî fêm nake." 

Li Tirkiyeyê di demên dawî de sansura li ser hunerê gelekî hişk bûye. Piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê, sansura li ser hunerê, qedexekirina şanoyê gelekî zêde bû û nehiştin hin fîlm bên pêşandan. Ji van fîlman yek jî fîlmê Zer a Kazim Oz bû. Fîlm di 12'ê Nîsan 2017'an de ket weşanê, li Tirkiyeyê sansur kirin, li derveyê welat beşdarî mîhrîcanan bû û gelek xelat girtin. Fîlm herî dawî li Almanyayê beşdarî Mîhrîcana Mannehim-Heidelberg a Navneteweyî bû û 2 xelat wergirtin. Derhênerê fîlmê Kazim Oz, bal kişand ser sansora fîlmê Zer û zextên li ser hunerê û aşkera kir ku ev ji hunerê fêm nakin.
 
Oz destnîşan kir ku fîlmê li qada navneteweyî eleqeyek mezin dîtiye, li Tirkiyeyê sansur dikin û ev jî rûyê desthilatdariyê dide nîşan. Oz bi lêv kir ku dîroka Tirkiyeyê di warê sansura li ser hunerê de, wekî dîroka sansurê tê zanîn û ev tişt got: "Ev ji bo dîroka Tiriyeyê rewşekek trajîk e. Her dem berheman sansur kirine. Vê yekê jî Tirkiye di qada navneteweyî de hixtiye rewşeke ne baş."
 
‘SANSUR AFARÎNEKA AKP'Ê DIDE NÎŞAN’
 
Oz diyar kir ku fîlmê Zer li Almanyayê di mîhrîcanê de 2 xelat wergirtine, lê ev fîlm li Tirkiyeyê sansur kirine û ev jî afarîneka (karakter) AKP'ê dide nîşan û wiha pê de çû: "Bi van pêkanînên xwe çiqasî ji hunerê ditirsin û rewşa xwe ya tundewar didin nîşan. Taybetmendiya hunerê ewe, bi awayekî herî xweş rêya xwe dîtin e."
 
‘KÊFXWEŞIYEK MEZIN E’
 
Oz derbirî ku ewê li hemberî sansurê gav şaşve nevêjin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev zextên li dijî hunerê, di noqteyekê de hêzê jî dide. Me desthilatdariya heyî teşhîr kir, qirêjiyên wan derxistin holê. Em bi vê serbilind û kêfxweş in."
 
‘HEYRANÊ GELÊ KURD IN’
 
Oz anî ziman ku gelê kurd bi berxwedana xwe li qada navneteweyî deng veda ye û ev tişt got: "Sînemaya kurd di qada cîhanî de sempatiyek girtiye. Ne tenê di warê hunera kurdî de, sempatiyeke mezin a cîhan li hemberî gelê kurd heye. Gelê kurd ê ji bo mirovahiyê li ber xwe dide, her kesî heyranê xwe dike." Oz got ku fîlmê Zer di qada navneteweyî de gelekî hatiye hez kirin û ev nirxandin kir: "Li Tirkiyeyê fîlm tê qedexekirin, lê li qada navneteweyî gelekî tê xwestin. Ji bo çanda kurdî bên naskirin, emê jî di nav hewldanek mezin de bin."
 
‘DIVÊ EM DEST JI HILBERÎNÊ NEKIŞÎNIN’
 
Oz bang li hemû hunermendên ku bi zextan re rû bi rû mane û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê em li dijî van zextan paşve gav nevêjin. Divê em hilberîna xwe dewam bikin. Tu hêz nikare pêşî li hilberînê bigire. Dibe kêfa mirovan ne li cih be, lê divê ji bo piştevaniyê em hilberînê xurt bikin."