50 sal e li ser şopa dengbêjiyê ye

img

AGIRÎ - Rifat Baran li gundê Gomikê dimîne, tev li dîwana gelek dengbêjin herêma Serhedê bûye û guhdar kiriye û fêrî kilaman bûye. Baran 50 sal e li ser şopa dengbêjiyê ye û deng û gotinên xwe tev li dîroka dengbêjiyê dike.

Rifat Baran ê 64 salî li gundê Gomikê ya girêdayê navenda Agiriyê dimîne, bi dehan salan êş, qehremanî û kêfxweşiyên civak û wêjeya devkî ya kurdî anî ziman. Baran, hêj di piçûkaya xwe de tev li dîwana dengbêjên ku tên herêma wan dibe û gelek kilaman hîn dibe. Baran piştî mezin dibe ew kilamên ku guhdar dike, bixwe dibêje.
 
‘DENGBÊJÎ JI ŞEVBUHERKAN HÎN BÛ’
 
Baran destnîşan kir ku li herêma Serhedê di şahî, dawet û şevbuhyerkan de dengbêj gelekî dihatin hezkirin û ev tişt got: "Dema em piçûk bûn dengbêj dihatin gundan û şevbugerk li dar dixistin û kilam digotin. Me jî ev kevneşopî ji wan girt."
 
‘JI BO GUHDARKIRINÊ EM DIÇÛN DAWETAN'
 
Baran anî ziman ku berê li ku şevbuherk hebûna û dengbêj bihatana, an peya an jî bi hespan diçûn tev li şevbuherkê dibûn û wiha axivî: "Dema wan digot me jî guh dida wan û me xwe hîn dikir û digot. Di her şevbuherkê de herî kêm 2 dengbêj hebûn û li pêşberî hev rûdiniştin, heta derengiya şevê kilam digotin. Heta mirov radibûn diçûn jî ev kilam dihatin gotin. Rojtira din dîsa kilam davêtin ber hev."
 
‘JI HER DENGBÊJÎ ME TIŞTEK DIGIRT'
 
Baran da zanîn ku tişta bû sedem ew kilaman bêjin, dengbêj bûn û dema guhdar dikirin feyz ji wan digirtin û ev tişt got: "Li gundê Darebiya Jorê dengbêj Şiko hebû. Ahmedê Hêliksan, dîsa dengbêjê herî zêde dihat naskirin Şakliro bû. Ji gundê Karasuyê Huseyîn, dengbêj Sabrî û gelek dengbêjên din hebûn. Me ew guhdar dikirin û em hînê dengbêjiyê bûn."
 
'BI KILAMAN ÊŞ Û KÊFXWEŞÎ TANÎN ZIMAN'
 
Baran aşkera kir ku wê demê dengbêjî gelekî zêde bû, êş û kêfxweşiyên civakê bi çanda dengbêjiyê dihat ziman û wiha axivî: "Dema mirovan ew guhdar dikirin, kêf ji wan digirt. Bi derketina televîzyonan re ev kevneşopî rawestiya. Niha dîsa mirovan dest bi guhdarkirina dengbêjan kir. Wer dixwêyê ku dê ev kevneşopî berdewam bike. Eleqedarî zêde bûye."
 
‘DIVÊ ÇANDA DENGBÊJIYÊ DEWAM BIKE’
 
Baran derbirî ku hin dengbêj hebû, mirovan sibê heta êvarê guhdar bikira jê têr nedibû û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Berê dawetên kurdan teqes bê dengbêj derbas nedibû. Bi giştî li ser evîn, mirin û qeheremaniyê kilam dihatin gotin. Em dixwazin çanda dengbêjiyê berdewam bike. Ev kevneşopî ya kal û pîrê me ye û divê ev berdewam bike. Dema ev kevneşopî dewam dike, mirov jî hem xwedî li çanda xwe û hem jî xwedî li zimanê xwe derdikeve."
 
MA / Mujdat Can