Ermeniyê ku piştî 42 salan hat Sûrê: Bêhna min çikiya!

AMED - Welatiyê ermenî Erol Bostanci ku piştî 42 salan serdana Sûrê ya ku lê çêbûye û mezin bûye kir, got: "Ev avahiyên nû ruhê kuçeyan kuştine. Êdî kes nikare min li vir ragire." 

Welatiyê ermenî Erol Bostanci (66) ku piştî 42 salan serdana navçeya dîrokî Sûr a Amedê kir, destnîşan kir ku bi avahiyên nû re ruhê kuçeyan hatiye kuştin. Bostanci ku li "Taxa Filan" (Xançepek) a Sûr a dîrokî ya warê bawerî û nasnameyên cuda ye çêbûye û mezin bûye, ewilî çûye Stenbolê û ji wir jî çûye Hollandaytê. Bostanci piştî 42 salan serdana bajarê xwe kir û got: "Tu tişt ji halê Sûrê yê berê nemaye." 
‘EZ HEYA SALA 78'AN LI SÛRÊ BÛM'
 
Bostanci behsa wan rojên xwe yên li Taxa Fileyan derbas bûne kir: "Ez heya sala 78'an li Sûrê mam. Paşê ji bêgavî çûm Stenbolê. Li Stenbolê jî ji ber hin sedemên siyasî mecbûr mam biçim Hollandayê. Yanî 42 sal in ez nehatime vî diyarî. Piştî 42 salan li vira me." 
 
‘BÊHNA MIN DERNEKET'
 
Bostanci, anî ziman ku çawa çûye Sûrê çûye cihê ku mala wan lê bûye û got, xaniyê wan di nava molozan de winda bûye û bi zorê ew dîtiye. Bostanci, bilêv kir ku yeko yeko dest daye keviran û bi vî awayî xaniyê xwe dîtiye û got: "Di xaniyên wê çaxê de mirov diman mirov. Gava ez çav halê vira ketim ez perîşan bûm. Di her kevireke xaniyê min de razek hebû. Di her kevirî de ked hebû. Hela li xaniyên niha mêze bikin, ma hestek wisa di wan de heye? Gava ez çav vî halê xênî ketim nefes di kezebên min de nema. Pir xirab bûm. Xanî hemû hatine rûxandin." 
 
Bostanci bal kişand ser xaniyên ku piştî qedexeya derketina derve li şûna xaniyên hatine xerakirin hatine çêkirin û got: "Gava min xaniyê xwe wekî berê bidîra ez ê bihatama li vira bimama. Lê êdî tu tiştekî ku min li vira ragire tune ye. Ev avahiyên nû ruhê kuçeyan kuştine. Dixwazî bila van avahiyên nû qesran çêbikin. Ew ruh, ew coş nemaye." 
 
MA / Mujdat Can