Alinak mala xwe kir fêrgeha kurdî: Divê em kolan bi kolan bigerin û qala girîngiya kurdî bikin

img

QERS - Siyasetmedarê kurd Mahmût Alinak bi mebesta protestokirina nêzikatiya dewletê ya li dijî zimanê kurdî, mala xwe veguherand cihê perwerdeya zimanê kurdî. Alinak, têkildarî mijarê wiha got: “Her çalakiyeke kurdan a ji bo ziman rewa ye. Divê em rewşenbîrên kurd kolan bi kolan bigerin û girîngiya zimanê kurdî ji gel re vebêjin.” 

Siyasetmedarê kurd û nivîskar Mahmût Alinak, xaraja mala xwe ya li gundê Mewreg a Dîgor a Qersê ji bo perwerdeya zimanê kurdî kir fêrgeh. Alinak, di dîmenên ku li ser hesaba xwe ya medyaya civakî parvekirin de dibêje ku xaraja mala xwe kiriye dibistana zimanê kurdî û wiha got: “Ziman, dîroka gelekî ye. Heke ziman tune be, hebûna gelekî jî tune ye. Zimanê kurdî û zimanên gelên din di bin bandora dewletê de ne. Ev sed sal in daxwaza me ew e ku dewlet zimanê me nas bike lê nas nake. Lewma me jî got em ê li çareseriya xwe binêrin, çareserî em in, gelê me ye, çare hûn bi xwe ne. Banga min ji bo hemû xwîşk û birayên min, rewşenbîr û gelê me ew e ku xwedî li zimanê xwe derkevin.” 
 
Di dîmenê hatiye parvekirin de li şûna pênûs, komir tê bikaranîn û depek li dîwarê xarajê hatiye hilayîstin. Alinak, anî ziman ku daxwaza mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ya kurdan nayê bicihanîn lewma serî li rêbazeke wiha daye û wiha domand: “Em xazxazok nînin. Heke dewlet destûrê nede û siyaseta înkar û tunehesibandinê bimeşîne, wê demê peywira me rewşenbîran jî ew e ku van qedexeyan binpê bikin. Divê em rewşenbîr van bedelan bidin ber çavan û pîte pê nekin. Bi sala ye daxwaza sereke ya gelê kurd perwerdeya bi zimanê dayikê ye lê dewlet guh nadê. Weke ku henekên xwe pê bike li dibistanan dersên bijarte dide. Tu di tevahiya pêvajoya perwerdeyê de zimanê tirkî ferz dikî lê ji bo zimanê din dê bibêjî dersa bijarte. Ev mijar ne lîstika zarokan e. Bi vê yekê raste rast henekên xwe bi gelekî dikin. Heke ew vê bikin, hilweşandina vê pergala faşîst a bi çalakiyên bêîteatiya sivîl jî erka me rewşenbîran e. Ji ber ku her çalakiya kurdan a ji bo zimanê xwe rewa ye. Ji ber vê sedemê jî min li gundê xwe hewcehî bi tiştekî wiha dît.” 
 
‘XEBATA BI DEWLETÊ RE RIZGARÎ NÎNE’
 
Bi domdarî Alinak anî ziman ku malbat êdî di nava malê de bi zarokên xwe re zimanê tirkî diaxivin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ku zarokên wan li ber deriyên dewletê karekî peyda bikin, di nava malê de bi wan re bi tirkî diaxivin da ku dema diçin dibistanê zehmetiyan nekêşin. Tişta ku em ji gelê xwe re bibêjin ev e; em li ber deriyê ve dewletê bibin parêzer jî, bijîşk jî, mamoste yan jî êdî çi be, dê her tim ew zincîra koletiyê li stûyê me be. Ya duyemîn, xebata bi dewletê re rizgarî nîne. Ev tê wateyê ku xizmetê ji vê dewleta faşîst re dikî. Hebûna me ya li wê derê vê dewletê li ser pêyan digire. Lê divê em bi awayekî giştî hemû saziyên vê dewletê red bikin. Divê em rewşenbîr di konferans, geşt û civînên xwe de vê rastiyê ji gel re vebêjin û hişmendiya neteweyî di wan de pêş bixin. Lê belê em rewşenbîr di vê mijarê de bi erkên xwe ranabin. Divê em vê peywira xwe ya dîrokî pêk bînin. Divê em feraseta kurdayetiyê di nava malbatan de pêş bixin û bi wan bidin zanîn ku perwerdeya li dibistanên faşîst zarokên wan jehrî dike. Wê demê dê malbat jî dest bi axaftina bi kurdî bikin.” 
  
PERGALA PERWERDEYÊ 
 
Herî dawî jî Alinak ev tişt anî ziman: “Pergala perwerdeyê ya dewletê ruhê zarokên me ji hev belav dike, wan dike kole, wan nexweş dike. Ev yek ne tenê li dijî kurdan lê li ser zarokên neteweyên din jî tê ferzkirin. Lewma divê em ji bo zarokên xwe kolan bi kolan, tax bi tax bigerin û vê rewşê ji gelê xwe re vebêjin. Di esasê xwe de gelê me ji vê yekê re vekiriye û kêmaniya di vê mijarê de ya me rewşenbîran e. Tekane karê me ew e ku daxuyaniyan bidin çapemeniyê. Divê em bi ketina nava gel re vê kêmaniya xwe derbas bikin. Ji ber ku em bo vî gelî deyndar in.”